Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne? 2022-09-25 12:19:46   RIHA - Malbata Şenyaşar ji Serokkomarê AKP’î Erdogan re ev pirs pirsî: “Vê zilma li Rihayê berdewam dike çima nabîne.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 566’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê çalakiya xwe ya nobetê domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag etîket kir û ev peyam şand: “Serokkomarê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî gotibû ku ‘Em ê li dijî zilm û edaletê bêdeng nebin’. Tevî agahdarkirina walî û parlamenterên xwe çima vê zilma li Rihayê berdewam dike nabîne?”