Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e 2022-09-25 16:55:57   ENQERE - Buroya Hiqûqê ya Gel, ji bo Sîbel Balaç a di rojiya mirinê de ku ji nexweşxaneyê hat derxistin, ev daxuyanî da: "Nehatiye tespîtkirin ku muwekîla me li kuder e."   Sîbel Balaç ku di 29'ê kanûna 2021'an de bi daxwaza bi awayekî adil bê darizandin, girtiyên nexweş bên berdan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin dest bi rojiya mirinê kiribû û di 9'ê îlonê de sewqî Nexweşxaneya Dişkapı ya Yildirim Beyazit a Enqerê hatibû kirin, îro di saetên serê sibehê de bi ambûlansê ji nexweşxaneyê hat derxistin. Ji parêzerên Balaç re hat ragihandin ku muwekîla wan dibin Tipa Edlî ya Stenbolê. Buroya Hiqûqê ya Gel ku parastina Balaç girtiye ser xwe, derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku destûr nehatiye dayîn ku dayika Balaç Nûray Balaç pê re biçe. Buroyê, di berdewamê de ev daxuyanî da: "Nehatiye tespîtkirin ku muwekîla me li kuder e."