ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-26 09:00:10   * Karmendên Pîşesaziya Colemêrgê, diyar kirin ku ji ber nebûna kar gelek xebatkarên xwe ji kar derxistine û ev tişt gotin: "Pereyên ji bo şer tên xerckirin heke ji bo gel bên xerckirin wê rewşa her tiştî baş bibe."   * Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê hêvî, abwerî û kelecanê ava kiriye û ev tişt got: "Divê em her qad û kuçeyê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê."   * Avahiya dîrokî ya di dema qeyûmê berê yê Cizîrê de ji bo Hatîce Atan a AKP'î ku weke 'Keça Manewî' ya Erdogan tê naskirin hatibû terxankirin niha weke mêvanxane AKP'î lê tên pêşwazîkirin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 567’emîn de berdewam dike.    * Danişîna doza derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan de hatiye vekirin dê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza derbarê endama Meclisa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Aslan de hatiye vekirin dê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-17.00)   * Danişîna Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were dîtin. (10.00)   * Danişîna doza derbarê Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ên bi hinceta teqîneke li çoltera navçeyê qewimî ji peywîrê hatibûn girtin de hatiye vekirin wê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-17.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan wê li Semsûrê tev li civîneke gel a li eywaneke dawetê were lidarxistin bibe. (14.30) ZINDÎ