'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane 2022-09-26 09:02:18   ŞIRNEX - Avahiya dîrokî ya di dema qeyûmê berê yê Cizîrê de ji bo Hatîce Atan a AKP'î ku weke 'Keça Manewî' ya Erdogan tê naskirin hatibû terxankirin, niha weke mêvanxane AKP'î lê tên pêşwazîkirin.    Qeyûmê ku di 17'ê mijdara 2016'an de tayînî Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê hatibû kirin, neguhêzbara dîrokî ya şaredariyê ya li taxa Kaleyê, ji bo Komeleya Geşepêdan, Çand û Hûnerê ya Birca Belek ku serokatiya wê Hatîce Atan a AKP'î ku weke 'Keça Manewî' ya Erdogan tê naskirin dikir,  terxan kiribû. Di sala 2019'an de piştî HDP'ê Şaredariya Cizîrê qezenc kiribû, ji Atan xwestibû ku avahiya dîrokî vala bike. Lê Atan hişyariya ku şaredariyê jê re şandibû guhdar nekiribû û avahî vala nekiribû. Avahiya ku Atan vala nekiribû niha ji bo AKP'iyan weke mêvanxane tê bikaranîn.    MÊVANXANEYA AKP'IYAN!   Avahiya dîrokî ku ji gel re qedexe ye, tenê li ser daxwaza Atan tê vekirin. Atan, xebatên xwe yên  komeleyê û her wiha parlamenterên AKP'ê, jinên AKP'î û serokên komeleyên nêzî AKP'ê li vir pêşwazî dike. Heta niha Atan, Orhan Mîroglû ê AKP'î, Serokê Komeleya Werzîşên Xwezayê û Raftîngê ya Kato Elkê ya Şirnexê Serdar Gokçe, Serokê Daîreya Midûriyeta Giştî ya Alîkariyên Civakî ya Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê Samî Sumer jî di nav de gelek AKP'î li vir pêşwazî kiriye.    HEMÛ KARÊN XWE LI VIR DIKE   Atan, bi pêşwazîkirina AKP'iyan re hemû kar û xebatên xwe yên komeleya ku serokatiya wê dike û peywirên xwe yên partiyê jî li vir bi rê ve dibe.