Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir 2022-09-26 10:14:49 ENQERE - Mamosteya zimanê kurdî û Seroka Komeleya Çand û Komelayetî ya Nozînê Zehra Muhammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.    Mamosteya zimanê kurdî û Seroka Komeleya Çand û Komelayetê ya Nozînê Zehra Mohammedî dema dersên kurdî dida, bi îdiaya “ewlehiya neteweyî binpê kiriye”  hat girtin û 5 sal cezayê hefsê lê hat birîn. Mohammedî niha li Girtîgeha Sanandajê tê ragirtin. Hat zanîn ku Mohammedî ji bo protestokirina îşkenceya li ser jinan dest bi greva birçîbûnê kir.    Li gorî agahiyên ji rêxistina mafên mirovan a Hengaw’ê; zêdetirî 20 jinên di çalakiyan de hatine binçavkirin niha li Girtîgehê Sanandajê tên ragirtin.