Danişîna doza Arslan hat taloqkirin 2022-09-26 14:07:19   AMED - Danişîna doza Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan bi daxwaza yekkirinê hat taloqkirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Berê Mehmet Arslan, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin. Danişîna doza Arslan îro li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Arslan beşdarî danişînê nebû lê parêzerên wî Cemîle Turhalli Balsak û Şivan Cemîl Ozen di danişînê de amade bûn.    Di rûniştina berê de muzekkere hatibû nivîsandin ku doza bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li Xarpêtê hatibû vekirin bi doza niha re bikin yek dosya. Dadgehê da zanîn ku bersiva muzekkereyê hêj nehatiye dayîn û ji bo xwe li benda bersivê bigirin, doz taloqî 11’ê çileya 2023’yan kir.