6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin 2022-09-26 15:40:03   AMED - Di dema maça Amedspor û Bûrsasporê de ji ber vekirina ala Herêma Kurdistana Federe herî kêm 6 kes bi sûcdariya “vekirina ala welatekî xeyalî, çalakiyên terorî” hatin binçavkirin.    Di dema maça Amedspor û Bûrsasporê ya duh bi şev hate lîstin de ji ber vekirina ala Herêma Kurdistana Federe herî kêm 6 kes hatin binçavkirin. Piştî Walîtiya Amedê daxuyanî da û diyar kir ku der barê kesên al vekirine de lêpirsîn hatiye destpêkirin, ji bo kesên ku al vekirine bêyî dosyayeke lêpirsînê ya bi hejmar bê vekirin biryara binçavkirinê hat dayîn. Piştî biryara binçavkirinê ya bi îdiaya “bi vekirina ala welatekî xeyalî çalakiya terorî kirine” hatiye dayîn, herî kêm 6 kes bi serdegirtinên malan hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hate hînbûn ku kirariyên îfadeyê yên kesên hatine binçavkirin hêj nehatine destpêkirin.    BAROYA AMEDÊ: DEMILDEST BERDIN    Baroya Amedê, têkildarî lêpirsîna hatiye destpêkirin û kampanyaya lîncê ya di medyaya civakî de piştî vekirina alên Herêma Kurdistana Federe yên di maça Amedspor û Bûrsasporê de dest pê kir daxuyaniyeke nivîskî da.    Baroyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em bi bîr dixin ku ala di dema maçê de hatiye vekirin ala fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku ji aliyê Destûra Bingehîn a Iraqê ve hatiye naskirin. Kampanya lînçê ya ji bo aşkerakirina ala rewa ya li qada cemaweriyê hatiye pêşxistin û lêpirsîn û binçavkirinên bi bandora wê hatine destpêkirin, nayê qebûlkirin. Divê ev polîtîkayên cihêkar ku di salên dawî de gel ber bi kîn û dijminatiyê ve biriye û feraseta bêtehemuliya li hemberî sembolên kurdan bê terikandin. Kesên ku di çarçoveya lêpirsîna ku bingeha wan a qanûnî tune hatine binçavkirin divê demildest bên berdan.”