Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan 2022-09-27 09:05:21   AMED - Li gundên Şahaban û Eyntirtê ji salên 70’yî ve petrolê tê derxistin. Şeniyên her du gundan diyar kirin ku petrola tê derxistin bandoreke nebaş li wan dike û xwestin ku stasyona petrolê ya li gund bê betalkirin.    Li gundê Şahaban ê navçeya Yenîşehîr a Amedê û gundê Eyntirtê yê navçeya Gêlê ya Amedê ji salên 70’yî ve petrol tê derxistin. Şîrketa Shallê di sala 1996’an de derxistina petrolê ya li her du gundan dewrî şîrketa petrolê NV Turkse Perenco ya fransî kiriye. Şîrketa fransî 26 sal in li her du gundan petrolê derdixe. Her wiha Şîrketa Alsancakê ya kurê Hamza Ensarîoglû jî, kurê Salîm Ensarîoglûyê ji Partiya ÎYÎ'yê, îhaleya ewlehiyê û lûleyên şîrketê girtiye.    Şêniyên gundên Şahaban û Eyntirtê diyar kirin ku derxistina petrolê bandorek nebaş li wan û xwezaya wan dike û xwestin ku stasyona petrolê ya li gundên wan bê betalkirin.    BÛYE SEDEMA PENCEŞÊRÊ   Şeniyê gundê Şahabanê Ahmet Efe der barê mijarê de bi lêv kir ku ji ber stasyona petrolê ya bandorek nebaş li wan dike erdên wan jî hatine dabeşkirin. Efe anî ziman ku ji ber ku lûleyên petrolê nehatine porkirin dibe radyasyon belav dibe û wiha got: “Gelek şeniyên gund ji ber pênceşêra pişikê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha bandorê li sewalan jî dike. Sewalên me zû dimirin. Çemê me û xwezaya me qirêj dibin. Petrol di nava çem de derketiye. Ji nava çem petrolê derdixin.”   ‘BILA BÊ BETALKIRIN'   Efe destnîşan kir ku 10 roj berê ji ber ku li dijî derxistina petrolê rabûye cendirmeyan ew binçav kiriye û wiha domand: "Rêya petrolê di nav erdên me de derbas dibe. Lê heqê erdên me nedan. Niha jî dibêjin, ew rê ya Tapo Kadastroyê ye. Em heqê erdê xwe dixwazin. Ji ber wê dema hatin bixebitin ez li dijî wan rabûm. Wan jî bang li cendirmeyan kir. Cendirmeyan jî ez binçav kirim. Ez  rojek di binçavan de mam. Em mafê xwe dixwazin. Ji bo petrolê rê çêkirin. Rê di nav erdê min de diçe lê heqê erdê min nedan. Em heqê xwe dixwazin. Dibêjin wê gaza petrolê bişewitînin, lê naşewitînin. Ev gaz jî bandorê li ser xwezaya me û sewalên me dike. Wekî berê sewal di nava çemê me de najîn, çemê me ziwa bûye. Em li gundê xwe vê stasyona petrolê naxwazin. Edî bila ev zilm bi dawî bibe. Darek jî li gundê me nemaye. Bila ev petrol ji gundê me biçe, da ku em daran deynin."   ‘WEKÎ ÇETEYAN E’   Şeniyê gundê Eyntirtê Zekî  Bozan jî destnîşan kir ku şîrketa Prenco û ya Ensarîoglu heqê gundiyan dixwe û wiha bertek nîşan da: “Wekî çeteyan tevdigerin. Gundî feqîr in, dest dane ser erdên wan. Ew qas erdê mala Ensarîoglû hene, dixwazin van erdan jî bixwin.”   RADYASYON   Ji şeniyên gund Mehmet Çaçan (62)  jî diyar kir ku ji ber petrolê sewalên wan dimirin û ev tişt anî ziman: "Gava em li dijî derxistina petrolê radibin, bang li cendirmeyan dikin û me binçav dikin. Lûleyên petrolê radyasyonê belav dikin. Ew jî dibe sedema nexweşiyan. Ji ber petrolê nexweşiya penceşêrê li dêya min, xalê min û gelek şêniyên gundê me peyda bûye. Ji bilî nexweşiyan, bandorê li ser çandiniya me jî dike. Dema em çandiniyê dikin dûmana petrolê diçe ser. Ji ber vê em nikarin çandiniyê jî bikin. Em vê stasyona petrolê naxwazin."   HEQÊ GUNDIYAN NADIN   Têkildarî mijarê ji şêniyan Bedirxan Çetînkaya jî bi lêv kir ku 50 sal in li gundê wan petrol tê derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "50 sal in lûleyên petrolê nehatine porkirin. Ev lûle diteqin. Dema diteqin jî ew qirêjiya petrolê li nava gund belav dibe. Ji ber vê qirêjiyê genim an jî tiştên din ên em wan diçînin şîn nabin. Berhemên çandiniye kêm dibin. Her wiha ev lûle radyasyonê jî belav diki. Ji ber radyasyonê jiyana mirovên li van gundan di xeterê de ye. Gelek mirovên van gundan ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dane. Ji bo petrolê di nav erdê gundiyan de rê çêkirine û heqê erdê wan jî nadin."   MA / Mahmût Altintaş - Mehmet Guleş