Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin 2022-09-27 09:57:45   AMED -  Çavên Ceylan Onkol ku bi topa hawanê ya artêşa tirk hatibû qetilkirin û dayika wê parçeyên bedena wê yek bi yek di koşa xwe de kom kirin û gundiyan bedena wê bi pelên dara berûyê pêça bûn, ev 13 sal in li kujerên xwe û daraza ku kujerên wê diparêze dinihêrin.    Zaroka 12 salî Ceylan Onkol di 28’ê îlona sala 2009’an de dema li mezraya Xanbaz a bi ser gundê Kanîspî ya navçeya Licê ya Amedê pezê xwe diçêrand, bi guleya havanê ya qereqolê hat qetilkirin. Bi ser kuştina Ceylanê re 12 sal derbas bûn lê belê hêj kujerek jî nehatiye darizandin.    Bedena Ceylana biçûk şeş saetan li cihê bûyerê ma heta ku dozger çû cihê bûyerê. Dayika wê Salîha Onkol, parçeyên laşê keçika xwe di pêşa xwe de berhevkirin, şêniyên gund bedena Ceylanê bi pelên dara berûyê pêçandibûn û malbatê hemû delîlên li cihê bûyerê radestî Serdozgeriya Komarê ya Liceyê kir. Lê belê di raporên derbarê kuştina Ceylanê de ku ji aliyê leşkeran û polîsan ve hatibûn amadekirin de hat îdiakirin kirin ku Ceylan bi dasê hatiye kuştin. Rayedarê leşkeriyê yê wê demê Yuksel Şanliturk malbat neheq kiribû û gotibû ku malbat ji bo tezmînatê werbigire xwe mexdûr dike û bi van gotinan xwestibû ser bûyerê bigire.  SERÎ LI DMME’YÊ DAN    Piştî salekê anku di sala 2010'an de parêzerên malbata Onkol ji bo ku biryara veşartinê ser dosyayê were rakirin û hemû daxwazên wan dihatin redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di gulana 2012'an de ji bo ku lêpirsîneke bibandor û bêalî neyê birêvebirin, daxwazên kûrkirina lêpirsînê hatin redkirin. Tevî dema derbas bû jî doz nehat vekirin û tawanbarek anku sûcdarek jî nehat dîtin, ji ber vê yekê dîsa serî li DMME’yê hat xistin. DMME 5 sal şûn ve di 17’ê çileya 2017’an de serlêdana malbata Onkol bi encam kir û biryara “di warê lêpirsîna bibandor û binpêkirina maf nehatiye binpêkirin” da. Serdozgeriya Komarê ya Licê di nîsana 2014’an de biryara ku ji bo tespîta kiryaran a di dosyayê û raporan da têr nakin biryara lêgerîna daîmî derxist.    PÊVAJOYA TEZMÎNATÊ    Malbat Onkol bi hêceta berpirsiyartiya di teqînê de û binpêkirin heye li dijî Wezarat Karên Navxweyî bi daxwaza 100 hezar lîre madî û 150 hezar lîre jî tazmînatê serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û doz vekir. Dadgehê biryara ku 28 hezar û 208 lîre tazmînat ji bo malbatê were dayîn da. Parêzerên malbatê li dijî vê biryarê derketin û îtîraz kirin. Li ser vê dijderketinê dadgehê biryara bi giştî 283 hezar lîre ya madî û manevî ji bo malbatê were dayîn da.    AWIRÊN CEYLANÊ LI KUJERAN DIGERE     Her çiqas 12 sal bi ser bûyerê de derbas bû jî heta niha hêj yek faîl jî nehatiye darizandin. Li ser navê Ceylanê gelek berhemên hatin çêkirin û Ceylan bû babeta stran û wêneyan û pêşengehan. Her çiqas ji Meclisê hatibe xwestin ku bûyera Ceylanê were lêkolînkirin jî lê bes hemû daxwaz bêbersiv man. Wextê ku Ceylan 7 salî bûye li dibistana seretayî wêneyek wê ku ew bi tenê ye heye û ew wêne ji bîra kesî naçe. Nêrîn anku awirên Ceylanê bi wî faroniyê wê yê zer dilê bi milyonan însanan êşand. Ew wêneyê karxezalî 12 sal in di bîra her kesî de ye û ew awirên wê li bende ye ku kujer werin darizandin.   Dayik Salîha Onkol, behsa roja ku Ceylanê hatiye qetilkirin kir.    ROJA BÛYERÊ VEGOT   Dayik Onkol wiha got: "Roja dibistanê ya Ceylanê bû, min xwest Ceylan biçe dibistanê. Ji bo ez tenê nemînim, wê rojê nexwest biçe dibistanê. Serê sibê rabû kincên xwe li xwe kir, taştêya xwe xwar, tepsiya xwe hilda û çû cem heywanan. Beriya ku biçe cem heywanan got 'Dayê ez diçim, dema ez hatim ji min re miqerneyê çêbike' û çû. Piştî demekê dengê hewanê hat. Bi vê dengî re teqînek jî çêbû. Min hîs kir ku bombe li cihê Ceylan lê ye ketiye. Cîranan jî got, ew tişt li hêla heywanên we ketiye. Paşê ez û kurê xwe çûn. Ewilî kurê min gihaşt wir. Ewilî çav bizinekê ket, xwîn ji bizinê dihat. Paşê Ceylan ferq kiriye. Ji bo ez wê nebînim, kincên xwe ji xwe kirin û avêt ser Ceylanê. Ez jî çûm wir. Gava min Ceylan di wî halî de dît, ez ji xwe çûm. Kezeba wê ya perçekirî li erdê bû û min ew hembêz kir. Min kezeba wê hilgirt û da ber singa xwe.   EM HEYA 8'Ê ÊVARÎ LI WIR MAN   Em hemû li wir bûn, cenazeyê keça min 6 saetan li erdê ma. Ambulans, dozger, leşker, polîs kes nehat. Ceylanê serê sibê saet di 11.30’an de jiyana xwe ji dest da û 6 saetan li erdê ma. Me haya dozger, polîs û cendirmeyan pê xist. Lê yek ji wan jî nehat. Dozger hat heta Qereqola Abaliyê. Got 'ew der herêma terorê ye' û nehat. Gotine ger bê wir dê nikaribin wî biparêzin. Mele yan jî keya ew dîmen girtin. Me tevî dîmenan Ceylanê bir Qereqola Abaliyê û me otopsiya wê li wir kir. Îdia kirin ku an pêl mayinê kiriye an jî li tiştek lê xistiye. Em heta 8'ê êvarê li wir man. Paşê me cardin ew anî malê."    GER SAXBÛNA DÊ 27 SALÎ BÛNA   Dayik Onkol bi lêv kir ku tim xeyal dike ku ger keça wê saxbûna dê yeke çawa bûna û wiha domand: “Niha sax bûna dê 27 salî bûna. Hevalên wê hene, gava li wan mêze dikim ew tê ber çavê min. Zaroka min a biçûk Ceylan bû. Zarokeke pir baqil bû, tim digot dixwaze bibe dozger an jî parêzer. Hevtemenên wê zewicîne û zarokên wan çêbûne. Gava li wan mêze dikim wekî ku li Ceylanê bibînim."    Onkol anî ziman ku 3 roj piştî mirina Ceylanê çûye Licê cem dozger û wiha got: “Li wir ji min pirsîn Ceylan çawa mir û kê ew kuşt. Min ji wan re got, hûn ji min çêtir dizanin. Min got ger keça min pê li mayinê bikira dê lingên wê perçe bûbûna an jî bi darê di destê xwe de lêxista dê ser çavê wê perçe bûbûna. Min ji dozger re got 'Divê tu zanibî.' Paşê xwestin ez îmzeyê deynim binî îfadeyê. Kurê min xwend paşê min îmze danî binî. Ez ji bo Ceylanê çûm Enqere û Stenbolê, lê dîsa jî der barê mirina Ceylanê de tiştek nehat kirin. Ev êşa min a herî mezin e."   ‘HER ZAROKÊN DIMIRIN HEMÛ CEYLAN IN'   Onkol ku got “Her zarokên ku dimirin Ceylan in” hemû zarokên kurd ên li bajarên kurdan ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin bibîr anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew ji bo min wekî Ceylanê ne. Ez naxwazim tu kes bimire. Her cara ku zarokek dimire Ceylan tê bîra min. Lewma ez dixwazim ev şer û mirin bi dawî bibin, bi taybetî jî li vê herêmê. Êdî bila Ceylan nemirin. Malbatên wan jî hene. Her cara ku zarokek dimire ez êşa wan hîs dikim. Bang li rayedaran dikim, êdî aştiyê pêk bînin, bila kes nemire."   Dayik Onkol destnîşan kir ku dê heya dawiyê bitêkoşe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ma ez ê çawa mirina keça xwe jibîr bikim? Na, qethiyen. Ez ê tim bipirsim, çima hat kuştin. Her roj tê bîra min. Mirina wê bûye kul ji bo min. Heya neyê eşkerekirin ez ê bipirsim. Keça min çawa kuştin, kê keça min kuşt? Ji bo min a girîng ev e. Heya sax bim ez ê ji bo vê bitêkoşim."    MA / Eylem Akdag - Mehmet Şah Oruç