Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye 2022-09-27 16:16:26   ÎZMÎR - Di Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatin şewitandin hatiye destpêkirin de, hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê edalet nemaye.    Çalakiya ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê dane destpêkirin, di roja 117’emîn de li pêş Baroya Amedê berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Deng bidin zindanan” dinivîsî li xwe kirin. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karşiyakayê piştgirî da malbatan.    MAFÊN MIROVAN NÎNIN   Hevserokê HDP’a Karşiyakayê Menfî Yilmaz ê di nobetê de axivî, diyar kir ku tişta li girtîgehan diqewime îşkenceyeke sîstematîk e û wiha got: “Mafê mirovan ê herî biçûk jî tune tê hesibandin û zext tê kirin. Em dizanin li dijî vê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Kiriklar a Îzmîrê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Hatin pirskirin ku ev dayik çi dixwazin? Ew zarokên xwe dixwazin. Hestiyên zarokên wan di kîsekî de an jî bi kargoyê didin dê û bavên wan. Ka li vî welatî edalet û mafên mirovan hebû.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’   Yek ji malbatên girtiyan Hanim Sever jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê didome. Sever, diyar kir ku kes rewşa girtiyan napirse û wiha axivî: “Heta ku ji destê me were em ê li dijî tecrîdê bisekinin, em ê teslîm nebin. Heta ku zarokên me azad bibin, heta ku tedawiya wan bê kirin, em ê li vir bin. Em nikarin rast û dirust bi zarokên xwe re bi telefonê biaxivin. Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş nayên berdan, kesên jinan dikujin tên berdan. Tirkiye ji rê derketî ye. Em vê jî qebûl nakin. Li ku bibe bila bibe em ê têbikoşin.”   Sever, qala qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê jî kir û Îran şermezar kir.