Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin 2022-09-28 08:42:34   MÊRSÎN - Piştî êrişa li Mêrsînê ku tê de polîsek hatibû kuştin, bi ser gelek malan de hat girtin. Di encama serdegirtina malan de 22 kes hatin binçavkirin.    Di şeva 26’ê îlonê de li dijî Mala Polîsan a Tece ya li Taxa Denîz a navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê êrişeke bombeyî û çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de polîsek hat kuştin û yek jî birîndar bû. Piştî êrişê kesek hat binçavkirin lê navê wî nehat zanîn. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de îro bi ser gelek malan de hat girtin. Li gorî agahiyan, di encama serdegirtinên malan de 22 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê tên ragirtin.