ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-28 09:00:01     * Girtiyên ku têkildarî binpêkirinên mafan name nivîsandin wiha gotin: "Em di hundir de bi pirsgirêk û bêhiqûqîtiyên mezin re rû bi rû dimînin. Em bi pergaleke înfazê ya li tu devera cîhanê tune ye re rû bi rû ne."   * Welatiyan diyar kir ku DSÎ dixwaze di nava erdên wan ên tapokirî de yên li taxa Soskîn a navçeya Erdîşê rê û cihoka avê çêbike û gotin ku xebata bi esker û cerdevanan tê kirin eraziyên wan talan kiriye.    * Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala perwerdehiyê, li 4 hezar û 700 dibistanan bi 878 hezar xwendekaran dest pê kir. Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Rohat Salih Xelîl got ku zarok bi zimanê zikmakî perwerde dibin.   * Tenduristiya girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû her diçe xirabtir dibe. Birayê wî Mûstafa Yûsûfoglû da zanîn ku birayê wî roj bi roj fdihele û wiha got: "Ger wisa bidome dê li wir bimire. Ez naxwazim cenazeyê birayê min ji girtîgehê derkeve."    * Dervîş Kilinç ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket wiha got: "Mirov piştî 30 salan ji nav çar diwaran derdikeve û li hemberî xwe cîhaneke cuda dibîne. Ji jiyana civakî dûr û xwe di nava valahiyeke pir mezin de hîs dike."   * Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekçe Kizildere, bal kişand ser krîza ekolojiyê ya li herêmê û wiha got: "Ev êriş demdar in. Lewma rê û rêbazên têkoşînê yên li hemberî van êrişan jî jî divê demdar bin."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 569’emîn de berdewam dike.    * Danişîna doza derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin wê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza polîs Serdar Gok ku Menîce û Sedat Yilmaz bi kûçikekî li mala ku bi ser de girtibûn birîndar kirin, dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza têkildarî qezaya wesayîta zirxî ya li Licê ku ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê pêk were. (09.00-17.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin didome. (11.00-13.00)   * Danişîna doza têkildarî komkirina hejmarên kovara Demokratîk Modernîteyê hatiye vekirin wê li 30’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.10)   * HDP, wê li Dîlokê serdana esnafan bike û bi gel re bicive. (12.00)   * ÎHD, Baroya Amedê, Hêviyên Rengîn, SHU-DER û Weqfa Koçê wê bi wesîleya salvegera qetilkirina Ceylan Onkol li pêş Edliyeya Amedê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Li Mêrdîn, Denîzlî û Enqereyê wê têkildarî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî û Pakîstan Demîr daxuyanî bê dayîn. (17.00-18-30)