Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne 2022-09-28 09:01:05     ÎZMÎR - Girtiyên ku têkildarî binpêkirinên mafan name nivîsandin û wiha gotin: "Em di hundir de bi pirsgirêk û bêhiqûqîtiyên mezin re rû bi rû dimînin. Em bi pergaleke înfazê ya li tu devera cîhanê tune ye re rû bi rû ne."   Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Şakran a Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê nameyek şandin. Girtiyan di nameya xwe de sedemên polîtîkayên çewisîner ên li Tirkiyeyê nirxandin û xwestin her kes piştgiriya nobetên edaletê yên li Îzmîr, Stenbol, Amed û Wanê bike.    PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ   Girtiyan diyar kirine ku di encama polîtîkayên desthilatdariya siyasî yên li Tirkiyeyê de alozî û qeyraneke  mezin rû daye û gotine ku her diçe rêgezên demokratîk û hiqûqî ji holê tên rakirin û berberîbûn tê afirandin. Girtiyan di nameya xwe de bilêv kiriye ku li welêt krîzeke mezin a aborî heye û ji ber vê krîza aborî pirsgirêkên civakî jî roj bi roj zêde dibin.   'DENGÊ ME NAYÊ BIHÎSTIN'   Girtiyan di berdewamiya nameya xwe de destnîşan kirine ku desthilat hemû kesên derveyî xwe wekî dijmin dibîne û bi hiqûqa dijminatiyê nêzî wan dibe û wiha gotine: "Hemû kesên doza mafên xwe dikin û ne li ser xeta wan in digirin an jî bi darê zorê ditepisînin. Ji ber vê yekê ewlehiya jiyanî ya derdorên civakî tune ye. Dejenerebûn û gendeliya rû dide û têkiliyên bi mafyayan re bi mikurhatinan tên eşkerekirin. Ev tişt bi awayekî zêdetir xwe li girtîgehan didin der. Em girtiyên siyasî, di hundir de bi pirsgirêk û bêhiqûqiyên gelekî mezin re rû bi rû dimînin. Mixabin em nikarin van pirsgirêk û derdên xwe ragihînin tu derî. m bi pergaleke înfazê ya li tu devera cîhanê tune ye re rû bi rû ne. Çendî cezayên me temam bûne jî em nayên berdan.    BANGA JI BO NOBEDÊN EDALETÊ   Lê mixabin nobeda edaletê ya ku di şexsê girtiyan de hemû civakê eleqedar dike, baş balê nakişîne û piştgiriya wê nayê kirin. Em girtiyên li Kampusa Şakranê, em difikirin ku hemû aliyên civakî piştgiriya nobetên edaletê bikin û wan berfirehtir bikin. Em girtiyên siyasî yên li hundir em piştgiriyê didin çalakiya nobeda edaletê ya ji aliyê malbatên me ve hatiye destpêkirin. Em bang li raya giştî ya demokratîk û hemû pêkhateyên civakî dikin ku piştgiriyê bidin vê çalakiya aştiyane."