Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe 2022-09-28 09:03:58 ŞIRNEX - Tenduristiya girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû her ku diçe xirabtir dibe. Birayê wî Mûstafa Yûsûfoglû da zanîn ku birayê wî roj bi roj fdihele û wiha got: "Ger wisa bidome dê li wir bimire. Ez naxwazim cenazeyê birayê min ji girtîgehê derkeve."    Girtiyê nexweş ê giran Ridvan Yûsûfoglû ku niha di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ye, di sala 1992'yan de di 16 saliya xwe de bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" hate girtin, Yûsûfoglû ku 29 sal in girtiye û heya niha li Şirnex, Tokat, Edene, Mêrdîn û Amedê di girtîgehê de maye, ji ber nexweşîna ulseratîf kolîtê tenduristiya wî her diçe xirabtir dibe. Yûsûfoglû, ji bo dermankirinê divê sewqî nexweşxaneyek Beşa Gastroenterolojiyê lê heye bibe. Lê heta niha tevî hemû daxwaznameyan jî ev daxwaza wî pêk nehatiye. Her wiha carekê ev saleke jî xwînrêjiya wî heye û di 5'ê Îlonê de ji ber tenduristiya wî pir xirab bûye ew rakirine nexweşxaneyê.  REWŞA WÎ GIRAN DIBE   Birayê wî Mûstafa Yûsûfoglû diyar kir ku tenduristiya birayê wî her diçe xirab dibe û wiha axivî: "Çend roj beriya niha ez çûm girtîgehê cem wî. Her cara ez diçim, xirabtir xuya dike. Her diçe qels dibe û dihele. Herî dawî di 5'ê îlonê de ji ber xwînrêjiyê ew rakirine nexweşxaneyê. Nahêlin em dermanên wî bibin bidin wî. Ne daxwaza wî ya sewqkirinê qebûl dikin ne jî dermanên wî didinê. Birayê min jî mirov e. Heywan jî dema ku di mala mirovî de be mirov lê dinêre. Ne xwarineke wekî mirovan didinê ne jî avê didinê. Ava lawaboyê didinê. Nexweşîna birayê min kronîk e, fitiqa wî heye û her wiha ji çavên wî jî nerihet in. Roj bi roj rewşa wî giran dibe."   'DEMA MIR HÛN Ê ÇI HESAB BIDIN?'   Yûsûfoglû xwest beriya ku birayê wî jiyana xwe ji dest bide bê berdan û wiha bi dawî kir: "Em daxwazin dikin ku wî yan sewqî Wanê yan jî Amedê bikin. Li van deran dikare bê dermankirin. Ev 4-5 sal in em daxwaz dikin ku sewqî Wan an jî Amedê bê kirin. Lê mixabin ev daxwaza me tê paşguhkirin. Ma wijdan û rehma wan tune ye? Sal û du meh cezayê wî maye. Ger wisa bidome bêyî ku bê berdan dê bimire. Heta niha cenazeyê çend kesan ji girtîgehan derketine. Ez naxwazim cenazeyê birayê min ji girtîgehê derkeve. Ev salek e xwînrêja wî zêde çêdibe. Mirov di destê kafirekî de jî be wiha nabe. Di nava çar dîwaran de çi zirara wî digihîje we ku hûn wî derman nakin? Dema mir hûn ê çi hesab bidin? Dê heqê wan ji we bê xwestin. Dengê me bibihîzin. Ev 12 sal in dêya min nabîne. Dêya min jî nexweş e, rêya wî dûr e û nikare biçe wî bibîne. Ew jî dibêje, 'bila dêya min, min wisa nebîne.' Em hemû birayê hev in. Bila wî derman bikin."