Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin 2022-09-28 09:37:22   MÊRSÎN – Serokê Daîreya Çapemenî Weşan û Têkiliyên bi Gel re yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê Bedrettîn Gundeş jî di nav de li Mêrsînê gelek xebatkarên şaredariyê di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” daye destpêkirin, derheqê 18 jê xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsîn bi giştî 30 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Bi biryara dozgeriyê re polîsan îro bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Serokê Daîreya Çapemenî Weşan û Têkiliyên bi Gel re yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê Bedrettîn Gundeş, Omer Korhan û Bariş Oguz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.     Kesên hatine binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê tên ragirtin. s