Navnîşana polîsê ji îşkenceya bi kuçik tê darizandin nayê zanîn! 2022-09-29 10:11:57 AMED - Polîsê bi navê Serdar Gok ku li Amedê bi kuçikê êrişî Menîce û Şeyhmus Yilmaz kiribû tê darizandin. Lê ev polîsê ku derbarê wî de biryara girtinê heye, xeber jê nayê girtin û navnîşana wî nayê zanîn.    Midûriyeta Polîsan a Amedê ji bo ku Muhammed Emîn Cûra yê li navçeya Rezana Amedê polîsê bi navê Atakan Arslan kuştibû bê girtin, operasyon dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de polîsan bi ser mala Men3ice û Şeyhmus Yilmaz ên hevjînên hev de girtibû û deriyê mala wan şikandibû. Polîsan kuçik berê malê dabû û kuçik êrişî Menîce û Şeyhmus Yilmaz kiribû ew birîndar kiribû. Derbarê birîndarkirina her du welatiyên hevjinên hev de doz hatibû vekirin. Ji vê dozê polîs Serdar Gok ku wek berpirsiyarê kuçik tê zanîn, tê darizandin. Lê xeber ji Serdar Gok nayê girtin. Derbarê vî polîsê êrişkar de ji sûcê “bi qestî îstismarkirina wezîfeya dewletê” biryara girtinê hat derxistin. Danişîna dozê di 23’yê gulanê de hatiye lidarixstin û ji bo ev polîs bê girtin, ji Midûriyeta Polîsan a Rezanê re hat ragihandin. Lê Midûriyeta Polîsan a Rezanê ji dadgehê re ragihand ku xwe negihandiye polîsê ku hê jî li Midûriyeta Polîsan a Amedê wezîfeyê dike.    Dadgeha Cezayê Asliyê ya 4’emîn ji bo ku ev polîsê êrişkar Serdar Gok di danişînek din de bê amadekirin, ferman da Midûriyeta Polîsan ku wî bi darê zorê bînin danişînê. Dadgehê xwest Midûriyeta Polîsan a Rezanê navnîşana Gok lêkolîn bike û cihê wî tespît bike.    Her wiha dadgehê xwest ku li polîsên li cihê bûyerê jî bê guhdarîkirin.    ÇI BÛBÛ?   Di 31’ê gulana 2020’an de polîsê bi navê Atakan Arslan ji aliyê Muhammed Emîn Cura ve hatibû kuştin. Ji bo girtina Cura operasyon hatibû destpêkirin. Polîsan di vê çarçoveyê de bi ser mala Menîce û Şeyhmus Yilmaz ve girtibû û bi kuçikan êrişî wan kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê polîs Serdar Gok ê ku ji êrişa kuçikan berpirsiyar hatibû girtin, ji sûcê "Bi qestî îstismarkirina wezîfeya dewletê" îdianame amade kir.