Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine 2022-09-30 09:02:37   ŞIRNEX - Hatîce Atan, "keça manewî" ya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, dest danîbû ser Keleha Birca Belekê. Derket holê ku ji bo Atanê klîma li avahiya dîrokî hatiye bicihkirin.   Qeyûmê di 17'ê mijdara 2016'an de tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin, Komeleya Çand û Hunerê ya Birca Belekê tahsîsî endama Desteya Rêvebir a Baskên Jinan a Navendî ya AKP'ê Hatîce Atanê kiribû. Derket holê ku ji bo Atanê klîma li avahiya dîrokî hatiye bicihkirin.    Jixwe me berê bi nûçeyeke xwe (http://mezopotamyaajansi35.com/search/content/view/183502?page=1&key=51dcad5cc571ede729d5de1a9a6e8176)” ragihandibû ku bê ka Atan vî cihwarê dîrokî yê ku qeyûm tahsîsê wê kiriye çawa bi kar tîne. Niha jî eşkere bû ku Atan li vê avahiya dîrokî ku wekî mêvanxaneyê bi kar tîne, klîma bi cih kiriye. Atan, motora klîmayê li hêla avahiya dîrokî ya li Çemê Dîcle dinere bi cih kiriye. Tê diyarkirin ku klîma bi kevirên dîwarê dîrokî ve hatiye montekirin.