Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin 2022-09-30 09:03:39   ENQERE - Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrrasyona 281 qeydên dengan ên kurdî hatin teblîxkirin. Parêzer Serhat Eren, deşîfrasyona qeydên dengan ên kurdî ku bi giştî 5 klasor in nirxandin û wiha got: "Em jî nizanin ku bê qeydên dengan ên aydê beriya damezrandina HDP'ê dê çawa bên bikaranîn."    Di Doza Girtinê ya HDP'ê de Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 20'ê îlonê de der barê "nivîs û pêvekan" de biryar dabû. Biryara dadgehê di 27'ê îlonê de teblîxî rayedarên partiyê hat kirin. Piştî vê teblîxatê divê HDP di nava 30 rojî de parastina xwe ya têkildarî biryara hatiye teblîxkirin bi awayekî nivîskî berpêşî AYM'ê bike.    Serhat Eren   5 KLASOR DEŞÎFRASYONA DENGAN   Di nivîs û pêvekên ku teblîxî HDP'ê hatin kirin de 281 deşîfrasyona qeydên dengan hene. Ev deşîfrasyona dengan û raporên wan wekî 5 klasor û CD teblîxî partiyê hatin kirin.    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Berpirsê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Serhat Eren biryara hatiye teblîxkirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    Eren anî ziman ku ew nizanin bê ka wergerên teblîxî wan hatine kirin rast in yan na û got, ew ê van wergeran kontrol bikin. Eren got: "Hem dozger hem jî AYM mecbûr e hinceta xwe ya ji bo qeyda van dengan eşkere bike. Ji lew re em jî nizanin ku bê qeydên dengan ên aydê beriya damezrandina HDP'ê dê çawa bên bikaranîn. Jixwe me di îtirazên xwe yên berê de anî bû ziman ku tu têkiliya van qeydên dengan bi doza girtinê re tune ye. Û biryareke dadgehê jî tune ye ku bê ev delîlek çawa ye."    MA / Berîvan Altan