Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran 2022-09-30 09:04:50 COLEMÊRG - Li gelek gundên Çelê yên di salên 90’î de hatine valakirin û wekî "herêma ewlehiya taybet" hatine îlankirin, dar tên qirkirin. Li gundê Bilêcan, Marûfan, Şîvişk, Ziyaniş, Bêtût, Erbûş, Êrij, Ertûş û Şîvrezanê yên navçeya Çelê ya Colemêrgê ku di salên 1990'î de hatine valakirin û  wekî "herêma ewlehiya taybet" hatine îlankirin, ji sala 2016'an ve ber bi baregehên leşkerî ve û li seranserê sînor rê tên çêkirin. Ji bo çêkirina rêyan û baregehên leşkerî li her 9 gundan û zozanên herêmê dar tên qirkirin.   DARÊN TÊN BIRÎN LI BER QEREKOLÊ TÊN KOMKIRIN   Karkerên ku di fîrmayên taşeronî de dixebitin, ji bo biçin daran bibirin ewilî nasnameyên wan tên tomarkirin û telefonên wan ji wan tên stendin. Karkerên ku ji bo birîna daran ber bi qadên daristanî ve tên şandin, darên ku dibirin li qamyonan bar dikin. Darên tên birîn bi qamyonan ber bi herêmên eskerî vê tên şandin û bi gelemperî li ber qereqolên li gundên Êrij û Ertûşê tên komkirin.   JI BO ŞEWITANDINÊ TÊN BIRÎN   Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, rêyên li herêmê ji sala 2018'an ve tên çêkirin û darên tên birîn jî ne ji bo firotandinê ne, zivistanan li qereqol û bareghan tên şewitandin.    Di dîmenên hatine bidestxistin de, tê dîtin ku dar li pîsta helîkopteran tên birîn.