Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye 2022-09-30 13:08:41   AMED - Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ya ji Amedê hezar roj in winda ye.   Xwendekara pola 2’yemîn a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûra Dêrsimê Gulistan Dokû ji 5’ê çileya 2020’an ve winda ye. Bi ser windakirina Dokû re hezar roj derbas bûn. Lê belê heta niha ku ev du sal in bi ser bûyerê re derbas bû jî dosyeya têkildarî windakirinê nehatiye ronîkirin. Gumanbarê dosyeya Dokû Zainal Abarakov e û li gel çend caran hat binçavkirin jî hat berdan. Tevî nerazîbûna parêzeran, malbatê û rêxistinên jinan jî Abarakov nehat girtin û dosyeya windakirinê nehat eşkerekirin.