KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir 2022-09-30 15:53:35 AMED - KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir.    Rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Feleknas Uca amade bûn.    Di hevdîtinê de mijarên weke êrişên ser Şengalê û rewşa êzidiyên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin nirxandin.