Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be 2022-10-01 09:03:58   AMED - Malbatên ku li Amedê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin Nobeta Edaletê didomînin wiha gotin: "Îro meclis vedibe. Di serî de divê rojeva meclisê girtiyên nexweş be."    Li Amedê Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin ji 16'ê Mijdara 2021'ê ve didome. Malbatên girtiyan ji bo zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin her heftê li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê, Saziya Tiba Edlî (ATK) û Edliyeya Amedê çalakiya xwe didomînin. Malbatan bal kişandin ser heyama nû ya meclîsê û gotin: "Îro meclis vedibe. Di serî de divê rojeva meclisê girtiyên nexweş be."    Reşahat Ada, xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, anî ziman ku heta pirsgirêka girtiyên nexweş neyê çareserkirin ew dê çalakiya xwe ya ji bo edaletê bidomînin û wiha got: "Ji 600'î zedetir girtiyên nexweş hene. Ji ber van nexweşiyên giran edî nikarinê bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Lê dîsa jî nayên berdan. Wezîrê Dadê daxuyand ku ji bo girtiyên nexweş ew dê qanûnê sererast bikin. Meclis îro vedibe. Banga me ew e ku pirsgirekên girtîgehan bibe rojeva meclisê û demildest çareyek bê dîtin. Heta ev pirsgrêk çareser nebe, dê çalakiya me bidome."    'DIVE HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'   Încî Guler, xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, bi lêv kir ku her çi qasdarvekirin hatibe rakirin jî tu cudahiya ragirtina demdirêj û darvekirinê tune ye. Guler destnîşan kir ku dewlet qanûnên xwe pêk nayne û wiha bang li Wezîrê Dadê kir: "Bila înfaza girtiyên me neyê şewitandin. Bila dewlet qanûnên xwe pêk bîne. Hem eziyetê li girtiyan dikin, hem jî li malbatên wan. Bi qanûnên çêkirine, FETO'yî, Ergenekonî û hwd. gelek kesên wekî wan hatin berdan. Bila ew qanûn ji bo girtiyên siyasî jî derbasdar bin. Dema meclîs vebû, divê ji bo girtiyên nexweş jî qanûnek bê amadekirin. Îro gelek girtiyên nexweş hene, divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan. Bila Wezîrê Dadê cudakariyê nexe navbera girtiyan."    Nazîme Boltan, dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, jî ji bo berdana girtiyên nexweş wiha bang kir: "Sibê meclis vedibe. Bila li meclîsê demildest ji bo girtiyên nexweş qanûnek bê çêkirin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan."    ‘PIRSGIREKA TEVAHIYA CIVAKE YE’   Derbarê mijarê de Herdem Merwanî, keça girtiyê nexweş Abdulhalim Kirtay jî anî ziman ku 11 meh in nobeda edaletê didomînin û wiha got: “Me gelek caran ji bo piştgiriyê bang kir, lê mixabin heta niha piştgiriyek xurt nehatiye dayin. Sibê dê meclis jî vebe. Bangawaziya me ew e ku partiyên siyasî piştgiriyê bidin me. Ji ber ku ev pirsgirek ne ya me tenê ye, em tu carî bi takekesî nezî vê pirsgirêke nebûne. Ew pirsgirêk ya tevahiya civakê ye. Ji ber wê em li vir bang li partiyên siyasî dikin; heke dostê gel bin bila bersivek erênî bidin gel.”   Di dawiya axaftina xwe de Merwanî bal kişand ser gotinên Wezîrê Dadê û ev tişt gotin: “Wezîrê Dadê got, ‘Em ê girtiyên nexweş bînin rojevê.’ Em dixwazin bawer bikin ku wê bersivek erenî bê dayin. Tevahiya civakê, bi hezaran malbatên girtiyan li benda çareserkirina vê pirsgirêke ne. Edî rewşa girtiyên nexweş giran e. Ji ber vê yekê bila partiyên siyasî dostaniya xwe nîşanî civakê û malbatên girtiyan bidin. Hêviya me ew e ku partiyên siyasî piştgiriyê bidin me. Divê dema meclis vêbû di serî de rewşa girtiyên nexweş bînin rojevê. Em jî li bendê ne ku ev pirsgirêk were meclisê.”