Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan 2022-10-01 09:15:24 MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji 29 kesên binçavkirî kesek hat girtin, 28 kes hatin berdan.    Têkildarî êrişa li dijî Mal Polîasn a li taxa Denîz a navçeya Mezîtliyê ya Mêrsînê di 27’ê îlonê de 22 kes hatibûn binçavkirin û Ji 22 kesên roja 27’ê mehê hatibûn binçavkirin piştî karûbarên li emniyete 13 kes hatin berdan. 9 kesên duh sewqî edliyeyê hatin kirin, ji wan kesê bi navê M.K. bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin û 8 kes hatin berdan.    XEBATKARÊN ŞAREDARIYÊ HATIN BERDAN    Di çarçoveya lêpirsîna “poropaganda rêxistinê” ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Mêrsînê ve hatibû destpêkirin, 18 jê personele Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bi giştî derbarê 30 kesan de biryara binçavkirinê hat derxistin. Di serdegirtina malan a 28’ê îlonê de jî 22 kes hatin binçavkirin. Ji van 22 kesan Serokê Daîreya Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel a Şaredariya Mêrsînê Bedrettîn Gundeş ji aliyê dadgehê ve hat girtin.    21 kesên din ku di binçavan de bûn piştî karûbarên îfadeya li dozgeriyê ji wan derxistin dadgehê û li vir hatin berdan.