Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike 2022-10-01 12:30:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana bi pêşengiya jinan dest pê kir, berdewam dike.    Piştî ku Jîna Emînî ji aliyê "polîsên ehlaqê" yên rejîma Îranê ve hat qetilkirin, berxwedana ku bi pêşengiya jinan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê dest pê kirin, bênavber berdewam dike. Duh di roja 14’emîn de li bajarê Zahîdan a navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, hêzên Îranê komkujî kir. Rayedarên Îranê qala qetilkirina 19 kesan dikin, lê li gorî çalakvanên Belûç 36 xwepêşander hatine kuştin û 58 kes jî birîndar bûne.   Li Zehîdanê piştî ku gelek xwepêşander ber bi navendeke polîsan çûn. Ji ber ku efserekî dest dirêjî zarokekê kiribû xwepêşanderan li dijî vê rewşê dirûşm berz kirin. Hêzên Îranê jî gule reşandin.   Li Sine jî weke rojên borî bi piştgiriya jin û ciwanan xwepêşandan berdewam bû. Hêzên Îranê li çend cihan li dijî xwepêşandanan serî li riya şîdetê dan.   Her wiha li Seqiz, Kirmaşan, Urmiye û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hebûn.   Li Gîlan Xerib futbolvanê Kurd ê klûba Traktursaz a Tebrêzê Kawe Zezayî bi hînceta piştgirîkirina xwepêşandanan hate destgîrkirin.   Li herêmên cuda yên Tehranê ku ji roja qetilkirina Jîna Emînî ve şeva borî jî xwepêşandanê berdewam kir.   Her wiha li Tehranê cenazeyê jina temen 17 salî ya bi navê Nîka Şakiremî ya ku di roja 10’an a xwepêşandanan de winda bûbû, hate dîtin.   Li parêzgehên din ên Îranê yên weke Xuzistan, Tebrêz, Meşhed, Kirman, Faris û çend parêzgeh û bajarên din xwepêşandan berdewam bûn.   Li ser daxwaza partî, rêxistin û aktîvîstên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro greva giştî dest pê kir û tê payîn li gelek deveran xwepêşandan bên lidarxistin.