Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt 2022-10-02 09:00:39   COLEMÊRG - Serokê HESOB’ê yê Colemêrgê Muharrem Tekîn da zanîn ku ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê, aboriya li herêma wan roj bi roj xerabtir dibe û wiha got: “Li gorî daneyên fermî, di navbera 8 mehên dawî de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt. Hejmara dikanên ne qeydkirî du qatî ji vê hejmarê zêdetirin.”   Krîza aborî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe. Ji ber polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP’ê, krîz roj bi roj girantir dibe. Bêguman bajarên herî zêde ji encamên vê polîtîkaya şer û krîza aborî bibandor dibin jî bajarên ser sînorê di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de ne. Li seranserî xeta sînor hema hema serê her 10 km’an baregehên leşkerî û qereqol hatine avakirin û ev jî derbekî giran li bazirganiya ser sînor dide. Xelkê herêmê jî ji ber ku debara wan nîne, neçarî koçberiyê dibin. Bi rê li ber girtina bazirganiya ser sînor û kûrbûna krîz aborî re, li Colemêrgê jî gelek kargehan tapo avêt û hatin girtin. Li gorî daneyên fermî, nifûsa bajar di sala 2018’an de 286 hezar û 470 kes bû lê ev hejmar di sala 2021’an de daket 278 hezar û 218 kesan. 8 hezar û 252 kes ji ber bêkarî û derfetên kêm neçar man ku ji bajar koç bikin. Li gorî daneyên Serokatiya Yekitiya Odeya Esnaf û Sineatkarên Colemêrgê (HESOB) ya sala 2022'yan, di nava 8 mehên dawî de 182 esnafên ku li odeyê qeydkirî top avêtine û derabeyên xwe girtine.    Serokê HESOB'ê Muharrem Tekîn têkildara bandora krîza aborî ya li ser herêmê bi ajansa me re axivî.    XIZANTIRÎN BAJARÊ TIRKIYEYÊ   Muharrem Tekîn, da zanîn ku sînorê Colemêrgê bi du dewletan re heye lewma potansiyela wê ya bazirganiyê zêde ye û wiha got: “Divê yek ji bajarên herî dewlemend ên Tirkiyeyê be. Lê xizantir bajarê Tirkiyeyê ye. Di dema ji sedî 90’î esnafan ji bankayan kredî kişandi. Lê nekarîn bidin û neçar man ku dikanên xwe bigirin. Pêşî li ber bazirganiya ser sînor tê girtin. Welatî nikarin bizavekî bikin ji ber ku tên astengkirin. Deriyê Sînor ê Bajêrgê yê li sînorê Îranê vedibe, di kategoriya A’yê de ye. Lê mixabin li vir astengiyeke weke kotayê li pêşiya welatiyan heye. Deriyê Sînorê ê Deştanê jî ji bo bazirganiyê karîger nîne. Tenê ji bo hatin û çûnê tên bikaranîn.”   ‘EM VÊ REWŞÊ QEBÛL NAKIN’   Bi domdarî Tekîn bal kişand ser Deriyê Sînor ê Umurluyê yê navçeya Rûbarokê û wiha pê de çû: “Ev bû 11 sal ku dê desthilatdarî vî deriyê sînor veke. Bi awayê fermî vekirî ye lê çalak nîne. Gundên di navbera her du welatan de bi qasî dengekî nêzî hev in lê dîsa jî em neçar in ku 16 saetan bi rê diçin da ku bigehin gundê aliyê din ê sînor. Bi van sepanan ezyatê li gel dikin. Bi mebesta vekirina deriyê sînor û li ser daxwaza gelên Rûbarok û Şemzînanê, me tevî gel û rêxistinên civaka sivîl kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de me 10 hezar îmze kom kirin û radestî rêveberiya Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê kirin. Me ji wan re gotin em vê rewşê qebûl nakin.”    QEDEXEYÊN LI SER ZOZANAN SEWALKARÎ TUNE KIR   Di berdewamê de Tekîn got ku Colemêrg ji bo sewalkariyê bajarekî gelek guncav e û wiha dirêjî d axaftina xwe: “Lê belê ji ber qedexeyên li ser zozanan, gel nikare sewalkariyê bike. Ji sala 2016’an heta niha krîza aborî bandoreke giran li Colemêrgê kir. Pêvajoya pandemiyê jî bandoreke mezin lê kir. Di navbera salên 2016-2020’an de hejmara esnafên top diavêt kêm bûn. Lê belê di 8 mehên ewil ên sala 2022’yan de li bajêr 182 karmendên me kargehên xwe girtin. Ev tenê hejmarên fermî yên girêdayî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ne. Hejmara esnafên top avêtî û ne qeydkirî du carî vê hejmarê zêdetir in.”    BANDORA POLÎTÎKAYÊN ŞER   Tekîn, destnîşan kir ku li ser Colemêrgê polîtîkayeke taybet tê meşandin û wiha dawî li axaftina anî: “Di dema derbasbûna ji deriyên sînor ên Edîrne û Bulgaristanê de li nasnameyan dinêrin. Lê li Colemêrgê rewş cuda ye. Ji ber ku bazirganiya ser sînor tê astengkirin, gelê herêmê neçar dimîne ku qaçaxçitiyê bike. Lewma jî hema hema her sal ciwanekê me li ser sînor tên kuştin. Tenê îsal li Rûbarokê 2 ciwan hatin kuştin. Sedema bingehîn a bêkarî û krîzê, polîtîkayên şer in. Em wisa bawer dikin ku heke şerê li herêmê bi dawî bibe, dê şert û mercên jiyanê jî xweştir bibin û aboriya herêmê geştir bibe.”    MA / Mazlûm Engîndenîz