Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin 2022-10-02 09:07:58 ENQERE - Li Girtîgeha Çorûmê ya Vekirî girtiyên ku mafê wan ê perwerdehî û hînkariyê tê binpêkirin, li lojmanên personelên girtîgehê di karên paqijiyê de û li ser îskeleyên 10-15 metrekareyî tên xebitandin.  Li Girtîgeha Çorûmê ya Vekirî ya Tîpa L'yê Bûrak Bekîl, Taner Kaya û Vûral Kadîr Kargalioglû ku îsal di ezmûnên zanîngehê de bi ser ketin û qeyda xwe li Zanîngeha Hîtîtê çêkirin, mafê wan ê perwerdehî û hînkariyê ji aliyê girtîgehê ve tê binpêkirin.    Bekîl ku berê di Girtîgeha Îskîlîp a Vekirî de bû, piştî di ezmûna zanîngehê de bi ser ketiye, ew bi "sewka hînkariyê" di 5'ê Îlonê de sewqî Girtîgeha Çorûmê ya Vekirî kirine. Hat diyarkirin ku gardiyanê di beşa perwerdehiyê de peywirdar di 6'ê Îlonê de hatiye qawîşê û ji wan re gotine "Dê Desteya Çavdêrî û ÎDareyê biryarê bide. Biryar dê roja înê teblîxî we bê kirin. Dê biryar bê dayîn ku hûn neçin dibistanê. Dadgeriya înfazê çi biryarê bide me eleqedar nake. Herin bi wir re biaxivin, kar û barê me heye." Bekîl ragihand ku sergardiyan Okkeş Solmaz jî jê re gotiye, "Piştî vî emrî tu yê çi bikî ji xwendinê. Ev qas mirov xwendine, wê çi bibe."    Piştî gotinên gardiyanan Desteya Çavdêrî û Îdareyê jî biryara "neşandina dibistanê" teblîxî Bekîl û girtiyên din Taner Kaya û Vûral Kadîr Kargalioglû kiriye.    LI SER ÎSKELEYAN TÊN XEBITANDIN!   Ji ber ku Bekîl di girtîgeha vekirî de ye, me bi telefonê xwe gihand wî. Bekîl diyar kir ku 39 kes di heman qawîşê de dimînin û got ku hin girtî bêyî ku sîgorteya wan a tenduristiyê hebe û bêyî baretê û kemera ewlehiyê bidin wan li ser îskeleyên 10-15 metrekareyî tên xebitandin.    GEFXWARIN   Bekîl bilêv kir ku wan dişînin karê paqijiyê yê li lojmanan jî û wiha got: "Paqijiya malan bi me didin kirin. Ji bo paqijiya qadêçn şexsî jî girtî tên xebitandin." Bekîl ragihand kui gava girtî îtiaz dikin gardiyan gefan li wan dixwin û ji wan re dibêjin ew ê wan bişînin girtîgehine din.    ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ BERSIV NEDA   Têkildarî van binpêkirinên mafan ên li girtîgehê em li îdareya girtîgehê geriyan. Lê belê îdareyê tenê got: "Ev der girtîgeheke edliyan e. Em ê ji ku zanibin ku hûn ne neyarên girtiyan in. Ne pêkan e em der barê tiştên li vir diqewimin tiştekî bibêjin."    Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê û Komîsyona Girtîgehan Parêzer Îlhan Ongor destnîşan kir ku binpêkirina mafmê perwerdehiyê yê Bekîl û her du girtiyên din dijî hiqûqê ye û bal kişand ser mafê perwerdehiyê yê di Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyîd e hatine mîsogerkirin.    Ongor bibîr xist ku li gor daneyên sala 2021'ê yên Wezareta Dadê li girtîgehan 39 hezar û 519 xwendekar hene û wiha got: "Lê nayê zanîn bê ka ji van girtiyan çend jê bi awayekî rêkûpêk sûdê ji mafê perwerdehî û hînakriyê digirin." Ongor diyar kir ku li gelek girtîgehan xwendekarên girtî û hikumxwar niakrin tevlî dersan bibin û tew gelek jê nikarin tevlî ezmûnên li girtîgehê jî bibin û wiha got: "Wekî hincet an derfetên girtîgehê tên nîşandan an jî ewlehiya îdareya girtîgehê. Lê belê ev hincet xwe nasipirên tu delîlên berbiçav. Ev bi awayekî kêfî tên kirin."    Ongor destnîşan kir ku peywir û berpirsiyariya dewletê ye ku li girtîgehan ji bo xwendekaran derfetan peyda bike.   MA / Firat Can Arslan