Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye 2022-10-02 10:28:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rojiya mirinê ya Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên li Girtîgeha Hewlêrê li dijî sepanên îşkenceyê dest pê kirine, di roja 5’emîn de ye.    Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di 17’ê tîrmeha 2019’an de dîplomatê wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê Osman Kose, welatiyên bi navê Nerîman Osman û Beşdar Ramazan di êrişekê de hatibûn kuştin. Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên ji bakurê Kurdistanê ji vê êrişê berpirsiyar hatin girtin û bi hêceta êrişê ji aliyê dadgewhê ve bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Dag û Er ku ji 2019’an ve li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne li dijî sepanên îşkenceyê û binpêkirinên mafan dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê ya Er û Dag di di roja 5’emîn de berdewam dike.