Jinan li Colemêrgê kuştina jîna Emînî şermezar kir 2022-10-02 18:28:01   COLEMÊRG - Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê, bi beşdariya gelek jinan kuştina Jîna Emînî şermezar kir û got ku berxwedana jinan nikare bê astengkirin.    Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê, ji bo Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû kuştin, li ber avahiya HDP’ê ya Bajar daxuyanî dan çapemeniyê û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê yên jin jî di nav de gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Di sedsala ku jin ber bi serkeftinê ve dimeşin em ê serî li ber dîktatoran netewînin" hat vekirin û dowizên wêneyên jina Jîna Emînî li ser wan û darên ku porê jinan bi wan ve hatibûn zeliqandin hat hilgirtin.    'BERXWEDANA JINAN NAYÊ ASTENGKIRIN’   Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven, li ser navê çalakvanan daxuyaniya hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku rejîm û hêzên wê yên ku dibînin desthilatdariya wan diheje êrîşî jinan û têkoşîna wan dikin û wiha got: "Hewl didin pêşiya jînên berxwedêr bigirin. Lê belê divê baş bê zanîn ku têkoşîn û berxwedana jinan nayê bindestkirin û astengkirin. Careke din silav li jinên ku li hemû qadên cîhanê têkoşîna jinan bilind dikin û li Îranê li berxwe didin diikim."    Piştî daxuyaniyê jinan li dijî zextên li ser jinan çalakiya rûniştinê pêk anîn û dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" , "Bijî Berxwedana Jinan" berz kirin û stranaên “ez xelefim" û "Tu kî yî" gotin.