Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir 2022-10-02 20:29:11   MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Ji serokatiya Baroyê re serokê niha Îsmaîl Elîk hate hilbijartin.    Baroya Mêrdînê Lijneya xwe ya Asayî li dar xist. Di lijneya ku duh dest pê kir de namzetên serokatiyê û lijneya rêveberiyê diyar kir. Piştî ku namzet hatin diyarkirin îro di saetên sere sibê de deng dayîn dest pê kirin. Di hilbijartina ku ji bo Serokatiya Baroyê 4 namzet ketin pêşbirkê de piştî girtina sindoqan kirariyên deng dayînê dest pê kirin. Li gorî encamên hejmartinê Serokê Baroyê yê niha Îsmaîl Elîk 229, parêzer Medenî Ayhan 158, parêzer Filîz Çîftçî 79, parêzer Mehmet Ûlaş Atayoglû jî 7 deng girtin.    Lijneya Rêveberiya Baroya Mêrdînê jî ji van navan pêk hat: Parêzer Îsmaîl Elîk, Erkan Yavûz, Alî Kahraman, Ahmet Halîl Dûyan, Civan Ortaç, Berîvan Çelîk, Josef Goksun, Mehmet Salîh Karaozan, Omer Îpek, Rojhat Karaboga û Sercan Taş.”