Ercan a HPG’î: Rejîma faşîst derfetên têkoşîna demokratîk tune kirin lewma derketim çiyê 2022-10-03 10:33:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Dilşah Ercan a HPG’î ku navê wê piştî çalakiya li Mezîtlî ya Mêrsînê bûbû rojev, diyar kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê derfetên têkoşîna demokratîk nehiştibûn lewma jî derketiye çiyê.    Di 26’ê îlonê de li dijî Mala polîsan a Tece ya li Taxa Denîz a navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê êrişeke bi bombe û çekan hatibû kirin. Di encama êrişê de polîsek hatibû kuştin û gelek polîs jî birîndar bûbûn. Piştî êrişê, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu îdia kiribû ku çalakî ji hêla Dilşah Ercan (Zozan Tolan) a HPG’î ve hatiye kirin. Piştî daxuyaniya Soylu, polîsan bi ser mala malbata Ercan a li Mêrsînê girt û tevî dayik û bavê wê her wiha 3 bira, 3 xwîşk û hevjînên wan jî di nav de bi giştî 22 kes binçav kiribûn. Endamên malbata Ercan bi rojan di bin çavan de hatin girtin û piştî îfadeya li dozgeriyê jî hatin berdan.    Piştî ku HPG’ê navên kesên çalakî pêk anîn bi raya giştî re parve kirin, Soylu derket pêşberî kamerayan û got; “Ajokarekê texsiyê teşhîs kiribû.” Rojek berê jî Soylu îdiayeke weke “çalakî ji hêla DYA’yê ve hatiye birêxistinkirin” kiribû û bi domdarî digot ku HPG’î ji bajarê Minbic û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi paraşûtan hatine Tarsûsê.    ‘DERFETÊN TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK TUNE KIRIN’    Di demekî ku bandora çalakiya Mezîtliyê hêj tê nîqaşkirin de Dilşah Ercan bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Ercan ev tişt anî ziman: “Dema min xebatên rojnamegeriyê dikirin hatim girtin. Ev rast e. Lê belê sepanên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bingeha vegotina rastiyên li Tirkiye û Kurdistanê û derfetên têkoşîneke demokratîk tune kir. Her ciwaneke Kurdistanî jî li ser vê bingehê û ji bo ku hesabê ji rejîma faşîst bipirse derdikeve çiyê. Ez jî yek ji wan im. HPG’ê jixwe daxuyaniya pêwîst da. Ez li ser peywira xwe me. Lê hesabpirsîna ji rejîma AKP-MHP’ê, weke her gerîlayeke kurd, yek ji peywirên min jî yên esasî ne. Ez li vir dibêjim ku dê peywira xwe bi serfirazî pêk bînim.”