Tevî daxwaznameya wezareta dadê jî Polat nayê tedawîkirin 2022-10-03 13:40:03 ÎZMÎR - Tevî daxwaznameya wezareta dadê ya ji bo tedawîkirinê jî girtiyê nexweş Ekîm Polat nayê tedawîkirin.    Girtiyê nexweş Ekîm Polat li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin. Polat, ji bo şert û mercên baş ên tedawiyê, di 1’ê tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji ber tansiyona bilind û pirsgirêka dil, di 10’ê îlonê de Polat rakiribûn nexweşxaneyê û navber dabû çalakiya xwe. Li ser vê yekê jî Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê ji bo tedawîkirina Polat ji girtîgehê re daxwazname şandibû. Tevî vê yekê jî şert û mercên tedawîkirinê yên Polat nayên amadekirin.    DAYIK ÇALAKIYA XWE DIDOMÎNE    Dayika Polat, Songul Îlker jî piştî navberdayîna çalakiyê ya kurê xwe, nobeta xwe veguhest Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê. Dayik Îlker ku çalakiya xwe li Stenbolê didomîne, duh li ser telefonê bi kurê xwe re axivî. Îlker, da zanîn ku kurê wê jê re gotiye; "tevî daxwaznameya wezareta dadê jî şert û mercên tedawiyê nehatine amadekirin" û ev agahî dan: "Birina Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê û Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkalayê lê bêyî ku tedawî bikin li girtîgehê vegerandine. Nehiştine ku li nexweşxaneyê bimîne û tedawiya wî li wir bê kirin. Ev yek, hewldana cînayetê ye. Kurê min terkî mirinê kirin. Divê zûtir bihata tedawîkirin lê dereng man. Divê raya giştî li dijî vê bertek nîşan bide û ji bo girtiyên nexweş bêdeng nemînin. Gardiyanekî gef li kurê min xwarin û jê re gotiye; ‘Tu dê neyî tedawîkirin û ji vi tenê cenazeyê dikare derkeve.’ Ez ê giliyê vî gardiyanî bikim.”