Cenazeyê endamê HPG’ê Bahadir hat girtin 2022-10-03 14:52:44   ŞIRNEX - Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mazlum Bahadir ku li herêma Bestayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla malbata wî ve hate wergirtin.    Endamê HPG’ê Mazlum Bahadir (Dijwar Çarçela) li herêma Besta ya Şirnexê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Bahadir, cenazeyê kurê xwe teşhîs kir û ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirt.    Hat zanîn ku malbat dê cenazeyê kurê xwe li navçeya Seyhan a Edeneyê defin bike û ji bo definkirinê ber bi Edeneyê ketin rê.