Rojnamevan Parlak: Îfadeya şahidên nepen ne rast e 2022-10-03 15:08:10   AMED - Rojnamevan Ferhat Parlak ê bi biryara xerakirina Dadgeha Îstînafê jinûve tê darizandin, diyar kir ku îfadeyên şahidên nepen ne rast in û tev li çalakiyan nebûye.    Doza rojnamevan Ferhat Parlak ji ber darizandina dubarebûyî hatibû redkirin. Ji ber ev doz ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin, jinûve dest bi darizandina Parlak hate kirin. Danişîna doza Parlak ku bi hinceta “delîlên nû ketin dosyayê û sûcê endamtiya rêxistinê qut bûye” ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin.    Di danişînê de Parlak û parêzerên wî Mehdî Ozdemîr û Emîne Ozhasar amade bûn. Parlak ê di danişînê de mafê axaftinê danê, diyar kir ku beyanên şahidê nepen ne rast in û wiha got: “Heke gotinên şahidê nepen rastbûna, dozger piştî beyanên şahidê nepen 6 mehan nedisekinî û pişt re îfadeya min nedigirt.”   Parlak, da zanîn ku şahidê nepen gotiye di destekî wî de kamera di destekî wî de jî molotof hebûye, ev yek dûrî aqilan e û wiha berdewam kir: “Her wiha dibêje min propaganda kiriye û tev li çalakiyan bûme, ez tev li yek ji van çalakiyan jî nebûm. Bi salan li Farqînê rojnamevanî kir. Li vê derê rojnamevanî tê darizandin. Ez endamê tu rêxistinan nînim, beraeta xwe dixwazim.”   Dozger û parêzeran xwestin ku kemasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê biryar da ku li benda encamên biryarên beriya niha hatine dayîn bên sekinîn û danişîn taloqî 18’ê çileye hate kirin.