Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin 2022-10-03 16:29:46   ENQERE - Ji 5 gumanbarên faîlên muzîkjen Onur Şener 3 jê hatin girtin.    Muzîkjen Onur Şener li pêşiya navendeke şahiyan a li Enqereyê ku li wir dixebitî, rastî êrişê hat û hat kuştin. Ji kujerên Şener, Alî Gunduz, Semîh Soyalp û Îlker Kraakaş ji hêla dadgeriya cezayên silhê ve bi sedema “kuştina bi qesdî” hatin girtin.    Du gumanbarên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Derket holê ku kujer Îlker Karakaş û Alî Gunduz li Wezareta Xebatê û kujer Semîh Soyalp jî li TAÎ’yê endezyar e.