2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin 2022-10-03 19:52:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îraqê li navenda Şengalê 2 nûçegihanên Çira TV'yê binçavkirin.   Îro danê êvarî li seytereya Qibayilê ku ji aliyê Tilezêrê ve li aliyê Şengalê dikeve 2 nûçegihanên Çira TV'yê Cîger Çelkî û Cîlan Hebabî li gel ajovanê xwe Farsî Casim ji aliyê eskerên Artêşa Îraqê ve hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku eskeran her sê kes birine baregaha artêşê ya li Şengalê.   Her wiha hat ragihandin ku heya niha rayedarên Artêşa Îraqê nehiştiye kes hevdîtinê bi her sê kesên binçavkirî re bike û sedema binçavkirina wan nehatiye hînbûn.