Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin 2022-10-04 09:03:08   AMED - Amediyên ku nerazîbûna xwe ya ji bo "mîhrîcana" ku dê Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê li navçeya dîrokî Sûrê li dar bixe anîn ziman wiha gotin: “Ev mîhrîcan ji bo me wekî dojehê ye. Kesên xwenas dê neçin tev li mihrîcanê nebin."   Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê dê di navbera 8-16'ê Cotmehê de li navçeya dîrokî Sûrê ku di dema qedexeyên derketina derve yên sala 2015-2016'an de hatibû hilweşandin û gelek welatî lê hatibûn qetilkirin û koçberkirin, "Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê" li dar bixe. Amediyan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Em vê mîhrîcanê qebûl nakin."     Welatiyê bi navê Saît Mûral anî ziman ku ew vê mîhrîcanê qebûl nakin û wiha bertek nîşan da: “Dilê me bi kul e. Warê bav û kalên me xirab kirin. Kesên ku xaniyên wan hatine hilweşandin niha bûne kirêdar. Îja em ê çawa biçin wê mihrîcanê?"    ‘LANET LI MÎHRÎCANA WAN BÊ’   Welatiyê bi navê Huseyîn jî destîşan kir ku polîtikayên dewletê yên çewisîner û tunehesibandinê bi salan e berdewam dikin û wiha got: “Dewletê ji dîrokê  heta niha zilm, zext û tundî li gelê kurd kiriye. Ev polîtikayên dewletê niha jî berdewam dikin. Wê li Sûrê mîhrîcanekê li dar bixin. Lanet li wê mihrîcanê bê. Divê tu kes neçe vê mîhrîcanê."    Welatiyê bi navê Ahmed Jiyan Kavak jî destnîşan kir ku Sûr xwedî dîrokeke kevnare ye û wiha got: “Piştî şerê 2015’an Sûr hat hilweşandin û xaniyên wekî girtîgehê çêkirin. Niha ji mîmariya berê tu tişt nemaye. Çanda Sûrê ya berê jî nemaye. Kirine rant û pêşkeşî zengînan kirine. Dixwazin tiştên ku li vir kirine, bi mîhrîcanê binixumînin. Ez ne bawerim gelê Amedê biçe wê mîhrîcanê.”   ‘WEKÎ DOJEHÊ YE'   Welatiyê bi navê Tahsîn Aktaş jî diyar kir ku berî hilweşandinê li Sûrê esnfatî kiriye û wiha got: “45 salan min li wir esnaftî kir. Em wekî malbatekê bûn, lê niha ji bo min bûye wekî zindanê. Dı cejnan de dema ez di ber goristanan re derbas dibim, nikarim li goristanan binêrim. Deyax nakım. Êdî ev der wêran kirine. Lewma ev mîhrîcan ji bo min wekî dojehê ye. Kesên xwenas dê neçin tev li mihrîcanê nebin. Ez bi xwe naçim. Banga me ji bo gel ev e ku beşdarî mihrîcanê nebin.”   Welatî Cihan Îçmez jî destnîşan kir ku ew vê mihrîcanê qebûl nakin û got: “Gelek welatî, zarok, jin û extiyar hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê nabe ku li vir govend bê gerandin. Gelê Amedê dê vê mîhrîcanê qebûl neke.”   Welatî Hasan Fîdantekin jî anî ziman ku ew jî li dijî vê mîhrîcanê ne û wiha bertek nîşan da: “Divê gelê Amedê li dijî vê mihrîcanê rabe û tev lî wê nebe."