Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir 2022-10-04 09:03:53   AMED - Dadgeha Îstinafê ya Amedê, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir.    Daîreya Ceza ya 2'yan a Dadgeha Îstinafê ya Amedê, 7 sal û 6 meh cezayê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekînê ya qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin hatibû birîn xera kir.    Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Amedê bi hinceta tevî 43 çalakiyên partiya xwe bûye di 22'yê Sibata 2021'ê de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Bûlûttekînê birîbû. Piştî vê parêzerên Bûlûttekînê serî li Dadgeha Îstinafê dabûn.    Daîreya Ceza ya 2'yan a Dadgeha Îstinafê ya Amedê îtiraza parêzeran vekoland û biryara dadgeha herêmî xera kir. Îstinafê diyar kir ku delîlên ku dadgeha herêmî berpêş kirine ji bo cezakirina bi "endamtiya rêxistinê" qels in.    Îstinafê ceza xera kir û dosyeyê ji Girtîgeha Cezayê Giran a 11'an a Amedê re şand.