'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin' 2022-10-04 09:04:33   WAN - Dilxwaza EŞÎK'ê parêzer Hulya Gulbahar bal kişand ser forûmên EŞÎK'ê ku li 11 bajaran dabû da destpêkirin û wiha got: "Em ê ji bo teşhîrkirina bûyerên destdirêjiyê yên li bajarên kurdan bi destên kesên biunîforma tên kirin bixebitin."    Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK), dê li 11 bajaran bi dirûşmeya "Jiyaneke wekhev, azad û ji tahdeyê xalî", "Forûmên Jinê yên EŞÎK'ê" li dar bixe. Forûma ewil di 1'ê Cotmehê de li Wanê û ya duduyan jî di 2'yê Cotmehê de li Edîrneyê hat lidarxistin. Dilxwazên EŞÎK'ê parêzer Hulya Gulbahar û rojnamevan-nivîskar Berrîn Sonmez têkildarî forûma li Wanê axifîn û gotin ku armanca wan bi van xebatan xwe bigihînin hemû jinan.    'JI BO JIYANEKE AZAD'   Gulbahar anî ziman ku ew ê helw bidin xwe bigihînin hemû jinan û wiha got: "Em li seranserê Tirkiyeyê hewl didin hevdîtinê bi jinan re bikin. Ewilî me ji Wanê dest pê kir. Ji lew re Wan bajarekî pirçandî û ji bo aştiyê têdikoşe. Em jin cîhaneke wekhev û ji tahdeyê xalî xeyal dikin. Em jiyaneke ji çewisandina dewletê û dîn xalî xeyal dikin. Lewma me xebata 'em dest ji jiyana xwe û xeyalên xwe bernadin' da destpêkirin. Em dixwazin bi hemû jinan re biaxivin û guh li daxwazên wan bikin û fikirên xwe ragihînin wan."    'LI DIJÎ YÊN BIUNÎFORMA'   Gulbahar bal kişand ser sûcên kesên biunîforma ku li hemberî jinan dikin û wiha got: "Em ê ji bo teşhîrkirina bûyerên destdirêjiyê yên li bajarên kurdan ku bi destên kesên biunîforma tên kirin bixebitin. Ji bo kesên biunîfroma bên cezakirin em ê bitêkoşin."    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Dilxwaza EŞÎK'ê Berrîn Sonmez jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û wiha got: "Em dixwazin em û saziyên jinan ên li bajarên kurdan bi hev re li dor têkoşîneke hevpar kom bibin. Em EŞÎK bi gelek saziyên jinan re dixebitin. Em bi yekîneyên jinan ên hemû partiyan re dixebitin. Em û Tevgera Jinên Azad (TJA) xebateke hevpar dikin. Her wiha me li Wanê bi Komeleya Jinê ya Starê û li Amedê bi Komeleya Jinê ya Rosayê re dest bi xebatan kir. Li herêmê em û rêxistin kedê û pîşeyî jî li hev kom dibin. Em dixwazin xwe bigihînin her derê Tirkiyeyê."