Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne 2022-10-04 10:27:55   ŞIRNEX - Nazîrê Bîrlîk ku cenazeyê kurê wê Haci Lokman Bîrlîk li erdê hatibû kaşkirin, diyar kir ku ev 7 sal in di dosyaya kurê wê de tu pêşketin nînin. Parêzer Ramazan Demîr jî da zanîn ku dozger û dadger li gorî poîtîkaya necezakirinê tevdigerin û xwe nêzî dosyayê nakin.    Haci Lokman Bîrlîk (24), di 3’yê cotmeha sala 2015’an de li Taxa Dîcle ya Şirnexê bi awayekî birîndar hat binçavkirin, bi 28 guleyan hat qetilkirin û piştre jî cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve hat girêdan û kaşkirin. Dîmenên kaşkirina cenazeyê Bîrlîk ji hêla polîsan ve li ser medyaya civakî hat parvekirin. Lê belê di lêpirsîna derheqê bûyerê de tenê ji bo 4 polîsan cezayê “rawestandina qidemê” hat dayîn û ev 7 sal in di dosyayê de tu pêşketin nînin. Têkildarî Midûrê Şaxa Tevgera Taybet M.K. û Midûrê Emniyetê yê Asta 1’emîn E.R. ku di wesayîtê de bi bêtêlê diaxiviyan jî tu kirarî nehatin kirin.    Dayika Bîrlîk, Nazîrê Bîrlîk qala têkoşîna xwe ya 7 salan kir û parêzerê malbatê Ramazan Demîr jî bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê.    EV 7 SAL IN ÊŞ DIDOME    Nazîre Bîrlîk (74), da zanîn ku bi ser qetilkirina kurê wê re 7 sal derbas bûn lê êşa wan hêj mîna duh wekî xwe ye û wiha got: “Xwedê kesekî bi dil nexe îmtîhanê. Her tişt qedera Xwedê ye lê hinek tişt bi destê mirovan tên kirin. Tiştên bi serê gelê kurd tên, qedereke keyfî ye. Ev qeder, qedera dijminatiyê ye. Qedera wekhevî û îslamê nîne. Tu eleqeya van tiştan bi îslamê re nîne. Di îslamiyetê de hemû kes wekhev e û xwedî heman mafan in. Lê belê ev mirov mafên kurdan nadinê.”   KÎNA LI DIJÎ KURDAN   Bi domdarî Bîrlîk diyar kir ku di dema serdanên şînê de hîn bûye ku kurê wê hatiye kuştin û wiha domand: “Me zilmekî wiha nedîtiye. Dayikek hat cem min, bi destê min girt, serxweşî da û got; ‘bila bên bêxin stûyê kesên ben xistine stûyê kurê te.’ Wê demê ez hîn bûm ku werîs xistine stûyê kurê min. Dayikeke din got; ’28 gule li kurê te hatine xistin. Îşala ew jî bi 28 guleyan bên kuştin.’ Wê demê hîn bûm bê ka kurê min bi hovîtiyeke çawa hatiye qetilkirin. Dikarin mirovekî bi guleyekê jî bikujin. Çima 28 gule lê hatin xistin? Heta dozgerê ketiye otopsiya kurê min jî got; ‘Hovîtiyeke ewqas mezin nabe.’ Li dijî kurdan dilê wan bi kînê tije bûye. Dilê wan req bûye. Dema kurd bi destê wan ket, sax jî be mirî jî be, êriş dikin. Çima goristanên kurdan hildiweşînin? Bi vî awayî kîna xwe derdixînin. Gorên mirovan xerab dikin. Heta navên li ser goran jî dişewitînin.”    ‘BI YEKITIYÊ RE DÊ DILÊ ME HINEK HÊNIK BIBE’   Di berdewamê de Bîrlîk got ku divê gelê kurd li dijî êrişên heyî yekitiya xwe ava bikin û ev tişt anî ziman: “Çend heyf û mixabin ku ji heman malbatê yek jê gerîla, yek jê leşker, yek cerdevan û yê din jî kujer e... Başe dê yekitî çawa ava bibe? Heta ku dilê kurdekî ji bo kurdê din neşewite, dê tifaqek çênebe. Kêmasiya me ya herî mezin jî nebûna tifaqa me ye. Heke kurd li dijî hev rast û dirûst bûna û tifaqa wan hebûya, kesekî bi kurdan nedikariya. Kurd bi aqil û cisareta xwe gelek jîr in. Heke tifaqa xwe çêbikin, bibin yek û nasname û çanda xwe biparêzin, qet nebe wê demê dilê me dayikan dê hinek hênik bibe. Divê her kes tiştên tên kirin ji dil hîs bike. Heke dilê kurdan bo hev nesoje, dilê kesekî bo wan nasoje. Rêya xwedîderketina li kurê min ew nîne ku bibêjin ‘heyf û mixabin bû, em pê êşiyan û hwd.’ Xwedîderketina li kurê min û hevalên wî, bi xwedîderketina li rê û armancên wan dibe.”    PARÊZER DEMÎR: LÊPIRSÎN NEHAT KIRIN   Parêzerê malbata Bîrlîk, Ramazan Demîr jî da zanîn ku bi ser qetilkirina Bîrlîk re 7 sal derbas bûn lê belê têkildarî şêweyê kuştina wî û pêvajoya piştre tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Demîr, bi lêv kir ku Bîrlîk bi awayekî derhiqûqî hatiye qetilkirin û wiha derbirî: “Ji roja destpêkê heta niha mirina Bîrlîk nehat vekolandin. Tenê piştî ku dîmenên îşkenceyê li ser medyaya civakî hatin parvekirin, têkildarî parvekirinan lêpirsîn hat destpêkirin. Tevî hemû daxwaz û destwerdanên me jî, dozgerî û hêzên ewlekariyê biisrar tenê têkildarî parvekirina van dîmenan bi hinek kesên din re da ber lêpirsînê. Nêzî 8-9 dozgeran ev dosya dît. Lê tevekan jî biisrar daxwazên me paşguh kirin. Têkildarî komkirina delîlan û girtina îfadeyên hêzên ewlekariyê yên di wê operasyonê de tu tiştek nehat kirin. Ya ku hatiye kirin ne tenê heqareta li bîranîna mirî ye. Bi taybet jî ji bo ezyeta li malbatê û xizmên wî ev yek hatiye kirin. Lewma jî hiqûq nikare vê deyne cihekî. Heke kesek bi wer re bikeve pevçûnê jî, peywira we ew e ku hûn wî kesî sax bigirin. Peywira hêzên ewlekariyê jî ew e ku wan kesan radestî darazê bike.”    DOZGERAN XWE NÊZÎ DOSYAYÊ NEKIRIN   Demîr, daxuyand ku ji hêla hiqûqî ve têkildarî qetilkirina Bîrlîk tu gav nehatine avêtin û ev agahî dan: “Me 2 sal berê serî li Qanûna Bingehîn da. Tevî ewqas daxwazên me jî tu gavek nehat avêtin. Me 2 sal berê jî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Lê AYM’ê jî heta niha derheqê dosyayê de tu gavek neavêtiye. Hêj jî di pêvajoya lêkolînkirinê de ye. Rewşa dosyayê 7 sal berê çawa be, niha jî di heman rewşê de ye. Tevî raporên teftîşê yên wezaretê jî her dozgerê li dosyayê dinihêre, biisrar nexwest tiştekî bike û xwe nêzî dosyayê nekirin. Heta niha jî tu dozgereke ku delîlan kom dike, lêpirsînê berfireh dike û ji bo daxwazên me ketiye nava hewldanan nehatiye. Lewma me serî li AYM’ê da. Em ê li gorî bersiva wê gavên nû biavêjin.”    POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ YA DEWLETÊ   Parêzer Demîr got ku heke heta niha gaveke şênber nehatibe avêtin, sedema vê polîtîkaya necezakirinê ya Tirkiyeyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ne tenê di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de, di hemû bûyerên munferît ên di dema qedexeyên derketina derve de hêzên ewlekariyê tev li bûn, derheqê faîlên sûc û bûyeran de lêpirsîn nayên destpêkirin. Dewlet di vê mijarê de xwedî helwestek e. Polîtîkaya dewletê ye. Ileh divê li ber kamerayan îşkence bê kirin ku derheqê wan kesan de bikarin dozê vekin. Ne dozger û ne jî dadger ji bilî wan bi tu awayî lêkolîn nakin. Di gelek dosyayan de li gel ku her tişt pêşçav e jî, tê dîtin ku dozger û dadger hêzên ewlekariyê diparêzin, xwedî lê derdikevin, cisaret didin wan û serî li polîtîkaya necezakirinê didin. Ev yek qet neguherî û îro jî didome.”    MA / Rûkiye Adiguzel - Omer Akin