Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide 2022-10-04 10:49:36 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana şandeya CPT’yê ya li Îmraliyê daxuyanî da û wiha got: “Divê CPT têkildarî serdana li Îmraliyê di zûtirin demê de daxuyaniyeke bide raya giştî û ji bo rakirina şert û mercên îşkenceyê, tevdîr û prosedûrên pêwîst têxe meriyetê.” Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Nêzikatiya Dermirovî û Biçûkxistinê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê (KE) ku di navbera 20-29’ê îlonê de li Tirkiyeyê kiribû, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji 25’ê adara sala 2021’an heta niha em ji miwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tu agahiyan nagirin û me gelek caran anî ziman ku derheqê tenduristî û jiyana wan de fikarên me hene. Her çend ku dereng be jî, avêtina gaveke wiha erênî ye ku piştî serdanên me yên ji bo CPT’yê û bangawazî û hewldanên gelek derdorên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî pêk hat.” TECRÎD HÎN BÊHTIR HAT GIRANKIRIN Di berdewamiya daxuyaniyê de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha got: “CPT herî dawî di gulana sala 2019’an de çû serdana Girava Îmraliyê û rapora xwe jî 15 meh piştre parve kiribû. Di rapora xwe de bi taybet jî destnîşan kiribû ku divê di mijara peywendiyên bi derve re gavên micid bên avêtin. Hewce bû piştî serdana CPT’yê û di çarçoveya pêşniyarên wan de ji bo başkirina şert û mercan gav bihatina avêtin lê belê berevajî vê, israra di polîtîkaya tecrîdkirina Girava Îmraliyê de berdewam kir û tecrîda heyî hêj bêhtir hat girankirin. DIVÊ CPT DI ZÛTIRIN DEMÊ DE DAXUYANÎ BIDE Em vê serdana CPT’yê weke gaveke erênî dinirxînin lê belê em dixwazin bi taybet destnîşan bikin ku vê serdanê, di rewşa agahînegirtinê de ku ev 18 meh in berdewame, tu guhertin çênekir. Daxwaza me ya ji bo rakirina qedexeya hevdîtinê ya bi parêzer û malbatan re û bikaranîna mafê hevdîtina bêastengî û nesînorkirî weke daxwazên sereke hêjta li şûna xwe disekinin. Di rewşeke wiha de daxwaza me ew e ku CPT derheqê serdanê de di zûtirin demê de daxuyanî bide, tevdîr û prosedûrên ku şert û mercên îşkenceyê ji holê radikin jî têxin meriyetê. BANGA HESTIYARIYÊ Ji bo ku em bikarin bi birêz Ocalan û miwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê re hevdîtinê bikin; banga me li raya giştî, derdorên hiqûqî û mafên mirovan ew e ku helwesta xwe ya hestiyar bidomînin.”