Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin 2022-10-04 11:42:56   RIHA - Parêzer Hîdayet Enmek bal kişand ser lêpirsînên derheqê malbata Şenyaşar de hatine vekirin û wiha got: “Dixwazin malbata Şenyaşar bi rêya van lêpirsînan bêdeng bikin. Lêpirsînên derheqê malbatê de nîşan dide bê ka hiqûq çawa weke amûrekî tê bikaranîn.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 575’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin. Malbatê di çalakiyê de pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet ji bo her kesî” hilayîst.   Bi hinceta gotinên di dema Nobeta Edaletê de, derheqê Emîne Şenyaşar de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro tê dîtin. Di dozê de tê îdiakirin ku Emîne Şenyaşar “heqaret” li wezîrê karên hundir Suleyman Soylu û parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye.    ‘DIXWAZIN MALBATÊ BÊDENG BIKIN’   Parêzer Hîdayet Enmek beriya danişîna Şenyaşar ku dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê bê dîtin, axivî û wiha got: “Qêrîna edaletê ya dayikê her ku diçe bilindtir dibe. Hewl didin vê qêrîna ku 575 roj in berdewam e, bi lêpirsînan bêdeng bikin. Hinek ji van veguherîn dozan. Îro dê danişîna lêpirsînekê bê dîtin. Li ser giliyê wezîrê karên hundir Suleyman Soylu, dê dayik îro bê darizandin. Lêpirsînên derheqê malbatê de nîşan didin bê ka li Tirkiyeyê hiqûq çawa weke amûrekî tê bikaranîn.”    Bi domdarî Enmek anî ziman ku lêpirsîna derheqê komkujiya li nexweşxaneyê hêj niha jî biencam nebûye û axaftina xwe wiha qedand: “Ev jî nîşan dide ku lêpirsîneke bibandor nayê kirin. Lêpirsînek heye ku ev 4 sal in berdewam e lê hêj îdianame nehatiye amadekirin. Malbat ji bo vê jî Nobeta Edaletê digire. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê îro li Dadageha Cezayên Giştî bidomînin. Bi vê doza li malbatê hatiye vekirin re em ê daxwaza xwe ya edaletê bi dengekî herî hêj bilindtir biqîrin.”