Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin 2022-10-04 14:30:21   ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan a bidorveger kirin.    Îbrahîm Sutçu yê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê de tê ragirtin di hevdîtina malbata xwe de binpêkirinên mafan vegot û anî ziman ku ew li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan a bidorveger kirine. Sutçu got ku ji ber wan “lêgerîna tazî” qebûl nekiriye mehekê hevdîtina vekirî û mehek jî ragihandin lê hatiye qedexekirin. Sutçu diyar kir ku ew ji 23’ê tebaxê heya niha di qawişan de têne ragirtin û destnîşan kir ku ji Girtîgeha Elbîstan a Mereşê 6 girtiyên din jî anîne wir û wiha got: “Em 24 kes di qawişên cuda cuda de tên ragirtin. Em dema derdikevin hewadariyê jî hevdû nabînin. Li cem qawişan girtiyên edlî yên giran hene û me aciz dikin.”   Sutçû diyar kir ku 24 girtî ji bo şermezarkirina binpêkirina mafan, greva birçîbûnê ya 3 rojan a bidorveger dane destpêkirin û anî ziman ku daxwaza wan ew e ku bi hevalên xwe re bimînin û dawî li muameleya xirab were.    Sutçu herî dawî bang li rêxistinên mafên mirovan û parlementeran kir ku bên serdana girtîgehê.