Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje 2022-10-04 16:18:24   AMED - Tacettîn Ereklî yê ku ji aliyê Serokê AKP’î Huseyîn Beyoglû ve ji kar hatiye derxistin, hewl da xwe bikuje.    Tacettîn Ereklî ji hêla Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve ji bo Şaredariya Rezan a Amedê hatibû peywirdarkirin. Lê belê Ereklî ji hêla serokê AKP’î Huseyîn Beyoglû ve bi hinceta "destê min negirtiye" ji kar hat derxistin. Li ser vê yekê jî Ereklî hewl da xwe bikuje. Ereklî, derket ser avahiyeke bilind ê li ser ser Cadeya Heskîfê û hewl da ku xwe bikuje. Ereklî, piştî axaftinan hat qanehkirin û piştre polîsan ji bo îfadeyê birin Qerekola Polîsan a 10’ê Nîsanê.    Mehmet Alî Ereklî ku hewldana xwekuştinê ya Ereklî girtiye qeydê, di dema qeydgirtinê de wiha axivî: “Ji ber ku Serokê Şaredariya Rezan ê AKP’î Huseyîn Beyoglû neheqî li apê min kir û ji kar derxist, apê min hewl da xwe bikuje. Serokê AKP’î Huseyîn Beyoglû apê min bi hinceta ku destê wî negirtiye ji kar derxist."