Doza ‘muxalefetê’ ya Sebahat Tûncel hate taloqkirin 2022-10-04 17:12:21   ÊLIH - Danişîna doza derbarê 28 kesên ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û rojnamevan Îdrîs Yayla di nav de bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna meş û xwepêşandanê” hatiye vekirin hate taloqkirin.    Danişîna 9’emîn a doza derbarê 28 kesên ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel û Xwediyê Îmtiyazê yê Jiyan Haberê Îdrîs Yayla di nav de bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna meş û xwepêşandanê” hatiye vekirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Êlihê hate dîtin. Danişîna ku Yayla û Tûncela ji dosyayeke cuda girtî ye tev li nebûn de hin kesên negirtî tên darizandin û parêzer amade bûn. Parêzeran xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dozger jî heman daxwaz kir. Dadgehê biryar da ku 3 şahidên derbarê wan de biryara anîna bi darê zorê heye bên guhdarkirin û danişîn taloqî 12’ê çileye kir.