Êrişa li hemberî endamên SES'ê hat şermezarkirin 2022-10-04 17:35:51     AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi daxuyaniyekê êrişa li hemberî endamên SES'ê şermezar kir û got: "Xebatkarên tenduristiyê ne bi tenê ne."    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî êrîşa li dijî endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Amedê ku li ber Nexweşxaneya Jinan û Zarokan pêk hatibû, daxuyanî da. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyat Ceylan, xebatkarên tendûristiyê, partiyên siyasî ên muxalif û gelek rêxistinên civakî û sendîka tevlî daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “Em tu carî dest ji daxwazên xwe yên rewa û mafdar bernadin” hilgir û dirûşmeya “Em rê nadin çeteyan” berzkirin.    Li ser navê platformê Alîcan Çetînkaya metna daxuyaniyê xwend. Çetînkaya diyar kir ku demek e dirêj e xebatkarên tendûristiyê ji ber xwaringeha nexweşxaneyê bi gilî û gazinc in û wiha got: “Ji bo vê me hevdîtin bi rêveberiya nexweşxaneeyê re kir, lê mixabin ji bo çareserkirinê tu gav nehat avêtin û her çû ew pirsgirêk mezintir bû. Pirsgirêka di warê xwarinê de hatiye tespîtkirin ev in; xwarinên cur bi cur nayên çêkirin, kêm tê dayin, firaq ne paqij in û ev ji bo tenduristiya xebatkarên nexweşxaneyê nebaş e."    ‘EM SERÎ NATEWÎNIN’   Çetînkaya bal kişand ser êrişa çekdarî ya li hemberî endamên wan û ev tişt gotin: “Berpirsyarê wan pirsgirêkan rêveberiya nexweşxaneyê ye, lê rêveberî van pirsgirêkan çareser nake û fîrmaya xwarinê û xebatkarên nexweşxaneyê tîne hember hev. Herî dawî endamên me û xebatkarên nexweşxaneyê xwestin pirsgirêka xwarinê protesto bikin, lê dijî wan êrişek pêk hat. Em kesên ku ew êriş li hemberî endamên me pêk anîne baş nas dikin. Lê bila baş bizanin ku heta îro me li hemberî tetikkêşên mafyayan serî netewandiye û ji îro şûn ve jî em ê serî netewînin. Astengkirina têkoşîna ji bo mafan a pêkhateyên demokratîk sûce. SES, sendikaya kedkaran û gel e. Bila baş bê zanîn ku xebatkarên tendûristiyê ne bi tenê ne. Em li vir careke din bang li rêveberan dikin ku erka xwe bi cih bînin.”   Piştî daxuyaniyê Hevserokê SES’ê Şiyar Gultekîn jî bi lêv kir ku heta ew pirsgirêka xwarinê neyê çareserkirin dê çalakiya wan bidome.    Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.