Kujerên Nagîhan Akarselê hatin zevtkirin 2022-10-04 22:00:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Asayîşa Silêmaniyeyê ragihand ku wan bi hevkariya asayîşa Koyeyê kujerên Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarselê li navçeya Koye girtiye.   Asayîşa Silêmaniyeyê têkildarî qetilkirina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarselê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand ku wan kujerên bûyerê li navçeya Koyeyê girtine.   Daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê wihaye;   “Îro di saetên sibehê de em hatin agahdarkirin ku li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di bûyerek kuştinê de jineke bi navê Nagihan Kemal Akarsel jiyana xwe ji dest daye. Yekser hêzên me gihiştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin. Piştî lêkolîneke baş di nava çend saetan de bi fermana birêz serokê dezgeha asayîşa herêmê û bi hemahengiya li gel rêveberiya asayîşa rojhilatê Hewlêr-Koyeyê, me karî tawanbarên vê bûyerê bigrin. Niha li ser fermana birêz dadwer lêpirsîna li gel wan berdewam e. Li vir em spasiya welatiyên dilsoz û nîştimanperwer dikin ku ji bo bidestxistina zanyariyên li ser tawanbaran hevkariya me kirin.”n.