Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2022-10-04 23:49:13   ÎZMÎR - Emîn Yildiz ê ku di sala 1992'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Bismila Amedê hatibû girtin, piştî 30 salan ji girtîgehê derket.    Emîn Yildiz ku di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê de bû, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Yildiz, di sala 1992'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li navçeya Bismil a Amedê hatib girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn. Yildiz ê ku di 20 saliya xwe de hatiye girtin, li ber girtîgehê ji aliyê xizmên xwe ve û rêvebirên EGE-TÛHAYDER'ê hat pêşwazîkirin.