Dersimî dê ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê mitîngê li dar bixin 2022-10-05 09:03:46   DÊRSIM - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, ji bo mitînga ku dê di 8'ê Cotmehê de bi dirûşma "Em ê bi ser bikevin, em qadên jiyanê diparêzin" li dar bixe, bang kir.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, dê di 8'ê Cotmehê de bi dirûşma "Em ê bi ser bikevin, em qadên jiyanê diparêzin" li Qada Seyîd Riza mitîngeke herêmî li dar bixe. Li navenda bajêr, navçe û gundan xebatên ji bo mitîngê didomin. Nûnerên partiyên di nava platformê de ji bo beşdarbûn mitîngê bang kirin.    BANGAWAZIYA HDP'Ê   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dêrsimê Nazli Çelîk Ozê diyar kir ku li bajêr xebatên ji bo çêkirina bendav û kanên madenan zêde bûne. Ozê anî ziman ku li ser aveke herî biçûk jî bendav tên çêkirin û wiha got: "Em ê li Qada Seyîd Riza li dijî feraseta ku dixwaze xwezayê bi siyanur û madenvaniyê qir bike, mitîngekê li dar bixin. Xebatên me yên li navçeyan didomin. Ji Şaredariya Dêrsimê heya bi keyayên gundan em ê biqîrin, bibêjin 'em jiyanê û xwezayê diparêzin.' Dêrsim bajarekî elewiyan e. Ji xeynî elewîtiya wê, zîyaret û goristanên me hene. Ji bo ev der neyên tunekirin divê em pêşî li ber vê talanê bigirin. Em xwedî li Mûnzûra xwe, li çemê Mercanê û Pîlemûriyê derdikevin. Em hêvî dikin ku gelê me baş xwedî li vê mitînga me derkeve."    EMEP: DÊ BERDEWAMA WÊ BÊ   Serokê Partiya Kedê (EMEP) Ergîn Tekîn jî bi HES, bendav û madenan jiyana bûneweran tê tunekirin. Tekîn destnîşan kir ku ev demek e li Xozatê dar tên qirkirin û gelek şîrketên madenan li van deran ruxseta madenê wergirtiye.    Tekîn têkildarî mitîngê jî wiha got: "Talaneke ku ji berê de tê kirin li vir heye. Em ê li dijî talankirina xwezaya Dersimê rabin. Ev dê bi vê mitîngê tenê neyê sînordarkirin. Dê berdewama wê bê. Lewma em bang li hemû hawirdorparêzan, kedkaran û azadîxwazan dikin ku li cem me bin."    Hevşaredarê HDP'î yê Periyê ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin Orhan Çelebî jî destnîşan kir ku kapîtalîst ji bo qezencê li qezenca xwe zêde bikin xwezayê talan dikin û bal kişand ser talana li Herêma Behra Reş, Çiyayên Kazê, Şirnex û Dersimê. Çelebî ragihand ku zêdetirî 3 meh in li Xozatê daristan tên qirkirin û tevahiya çiyayên bajêr jî pêşkêşî şîrketên madenan hatine kirin.    Çelebî wiha got: "Ji sedî pêncî zêdetirê erdnîgariya me qada madenê ye. Ev jî tê wateya tunekirina tevahiya erdnîgariya Dersimê. Ev tê wateya qirkirina bûnewerên li vir. Lewma em li dijî vê qirkirinê bang li gelê Dersimê û dostên wan dikin ku di 8'ê Cotmehê de tev li  mitînga me ya li Qada Seyîd Riza bibin."    MA / Mujdat Can