Kesên li Kadikoyê di protestoya Akarsel de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-10-05 10:46:30   STENBOL - Di çalakiya protestokirina qetilkirina Nagihan Akarsel a li Kadikoyê de 34 kes hatibûn binçavkirin. Hemû binçavkirî piştî kar û barên îfadegirtinê hatin berdan.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel duh li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Bi mebesta protestokirina qetilkirina Akarsel, duh li Kadikoy a Stenbolê çalakî hat lidarxistin û polîsan êrişî çalakvanan kir. Di encama êrişê de Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên gelek partiyên siyasî jî di nav de, bi giştî 34 kes bi lêdanê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.    Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, her 34 binçavkirî jî hatin berdan. Hat zanîn ku binçavkirî bi îdiaya “muxalefeta li dijî Qanûna bi Hejmar 2911 a Xwepêşandan û Meşan” hatin sûcdarkirin û di dema binçavkirinê de jî pirsên weke “Tu çima tev li çalakiyê bûy?”, “Ji bo tevlibûnê kê ferman da?” û “Tu bi daxwaza xwe tev li bûy an na?” ji binçavkiriyan hatin kirin.    Parêzeran da zanîn ku derheqê derbkirin û nêzikatiya xerab a li dijî binçavkiriyan de rapor wergirtine û dê giliyê polîsan bikin. s