Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin ku tedawiya wan li derve bikin 2022-10-05 12:25:39   AMED - Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan ku di çalakiya Nobeta Edaletê de axivî, bi lêv kir ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xirab dibe û xwest ku girtiyên nexweş bên berdan ku tedawiya wan li derve bikin.   Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin di roja 323'yan de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) li dar xistin. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.   'JI BER KU EM KURD IN DAXWAZÊN ME QEBUL NAKIN'    Di çalakiyê de dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan axivî. Boltan bi lêv kir ku tevî rewşa girtiyên nexweş her ku diçê xirab dibe jî nayên berdan û wiha got: "Em tiştekî zêde naxwazin. Em dibêjin ku girtiyên nexweş berdin em tedawiya wan li derve bikin. Çima jiyan li hemû dinyayê re heye ji zarokên me re tune ye? Em dubare bang li Wezareta Dadê û rêveberên dewletê dikin û dibêjin, mafê zarokên me jî ya jiyanê heye. Çima daxwazên me qebûl nakin? Bila edaletê pêk bînin em zêde tiştekî naxwazin. Ji ber ku em kurdin daxwazên me qebûl nakin, em jî kurdbûna xwe înkar nakin. Em tucar dev ji zimanê xwe bernadin. Bila ew jî  cihekariyê nexin navbera girtiyan. Bila girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin berdin, bila ew jî werin cem malbatên xwe. Çima vê êşê bi malbatan didin kişandin? Banga min li partiyên siyasî jî ew ê ku piştgiriyê bidin me."    'EM ZILMA LI SER ZAROKÊN XWE QEBÛL NAKIN'   Boltan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku zext û tundî li ser girtiyan zêde bûne û ev tişt gotin: "Roja înê ez bi zarokê xwe re axivîm. Ji min re got ku 'betanî û cilên min girtine'. Yanî çi mafê wê heye ku hûn cilê wan distînin.  Çend mehên ji bo zext û tundî li ser girtiyan rabe, em di çalakiya edaletê de ne lê zext û tundî li ser girtiyan zêde bûne. Zarokê min jî girtiyekî nexweş e. Ma kevir di dilê wan de heye? Nafikirin nabêjin, ew dayik ji bo çi di çalakiyê de ne?  Em tu car vê zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin. Heta em xweş bin jî em dê pêy doza wan bin."